Arşîv

2019… saleke tijî serhildan, berxwedan û sûcên li dijî jinan

Ji bûyerên sereke yên girêdayî jinan, tolhildana jinên êzidî û rizgarkirina wan ji çeteyên DAIŞ`ê û avakirina Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îradeya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike bû. Li aliyê din, li dijî jinan gelek binpêkirin ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hatin.

TEVGEREKE SIYASÎ YA BERFIREH A JINAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Ji destpêka sala 2019`an de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera xwe ya siyasî xurt kirin.

-Di 23`yê Çileyê de bi boneya salvegera yekemîn a Berxwedana Serdemê bi serpereştiya Meclîsa Jinên Sûriyê, aktîfîstên siyasî yên jin paneleke diyalogê li bajarê Qamişlo li dar xist.

-Di 31`ê Çileyê de, konfransa duyemîn a Yekitiya Jinên Êzidî li Efrîn û Helebê, li Kampa Serdem hate lidarxistin. Di encamê de endamên koordînasyona Yekitiya Jinan Êzidî hatin hilbijartin.

-Di 10`ê Adarê de, Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê, jinên herêmê dest bi birêxistinkirina xwe kirin û konferansa yekemîn a jinan a Tebqayê bi beşdarbûneke berfireh a jinên ji bajarên Tebqa û Reqa û şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê hat li darxistin.

-Di 13`ê Adarê de, rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê bi navê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwe bi rêxistin kirin. Tê de koordînasyonek ji 17 endaman hate avakirin. Navên endaman wiha ne: Corcît Yaqûb, Ebîr Hesaf, Lemye Xelo, Xewle El-Îsa, Zozan Mustafa, Stêra Qasim, Necla Temo, Dûha El-Fetîh, Nalîn Reşo, Asya Abdullah, Jiyan Hisên, Sîham Emûke, Mizgîn Zêdan, Narîn Metînî, Buseyne Kêlo, Bêrîvan Hisên, Nesra El-Ebeke.

-Di 2`yê Nîsanê de, Rêveberiya Jinan a Reqayê konfransa xwe ya yekemîn li dar xist.

-Di 10`ê Nîsanê de, jinên ciwan ji bo aktîfkirina rola jinan, li Kampa Serdem a kantona Şehbayê, civîneke berfireh li dar xist. Civîn bi hilbijartina meclîsekî ji 20 endaman ku tê de biryarên girêdayî xurtkirina rola jinên ciwan li herêmê hatin dayîn, bi encam bû.

-Di 23`yê Tîrmehê de, Rêveberiya Jinan ên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li dijî gefên dewleta Tirk, bi dirûşma “Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin, biparêzin, na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” pêngavekê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de gelek çalakî pêk hatin.

-Di 11`ê Hezîranê de, Yekitiya Jinên Ciwan konfransa damezirîner li harêma Tebqayê li dar xist û bi dirûşma “Li ber xwe bide, tê bikoşe, bi rêxistin bike, rizgar bibe” 18 endam hilbijartin.

-Di 20`ê Hezîranê de, bi serpereştiya Meclîsa Jinan a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê, paneleke diyalogê hate lidarxistin.

-Di 1`ê Îlonê de rêxistina jinan li herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê panelek ji jinan eşîrên Ereb re li dar xist. Civîneke wiha cara yekemin bû ku li wê herêmê pêk dihat.

-Di 29`ê Îlonê de, Mala Jinan a Suryanî “Eştarût” ji aliyê Yekitiya Jinên Suryan ve bi merasîmekê, li taxa El-Beşîriyê ya bajarê Qamişlo hate vekirin.

-Di 13-14`ê Tîrmehê de, bi armanca nîqaşkirina rastî û azarên ku jinan di salên şer de kişandine, her wiha kiryarên rejîmê û çeteyên DAIŞ`ê û komên opozîsyonê li dijî jinan, paneleke berfireh li bajarê Tebqayê hate lidarxistin. Di encamê de ev biryar derketin; bangewaziya civaka navneteweyî ku berpirsyariyên xwe yên mirovî pêk bînin û destwerdana dewleta Tirk li erdên Sûriyê û Iraqê û Başûrê Kurdisatnê bisekinînin, her wiha artêşa Tirk ji hemî herêmên ku dagir kirine ku li wan herêman sûcên şer ên li dijî mirovahiyê pêk tîne, derxin.

JINÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANA LEYLA GUVEN KIR Û JI BO OCALAN SERÎ HILDA

-Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Culemêrgê Leyla Guven, di 7`ê Çileya 2018`an de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, greva biçîbûnê di zindanên Tirkiyê de da destpêkirin.

-Di 25`ê Çileyê de, piştî 79 rojan ji greva birçîbûnê, Leyla Guven hate berdan, piştî berxwedana 200 rojan di 26`ê Gulanê de Leyla Guven greva birçîbûnê bi dawî kir.

-Di 31`ê Çileyê de, ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê li seranserê parçeyên Kudistanê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocelan dest pê kir, Tevgera Jinan a Kurdistanê li Ewropayê çalakiya “Zincîra mirovî” dest pê kir. Di wê çarçoveyê de, li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê konên çalakiyan û xwepêşandan hatin lidarxistin.

-Di 27`ê Nîsanê de, Rêveberiya Jinan ên herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dijî gefên dewleta Tirk, çalakiyên cur bi cur li dar xistin ku ji wan pêngava “Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ji bo ku biparêzin, Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” ku dengvedaneke ragihandinê ya berfireh da, ji ber ku di hemî qadên leşkerî, civakî û siyasî de serkeftin çêbûn. Bi nêzîkbûba Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan re rêveberiyê navê pêngavê guherand û bi dirûşma “Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ji bo ku biparêzin, na ji tundiyê re” di 14`ê Îlonê de pêngav ket qonaxeke nû.

DI ALIYÊ LEŞKERÎ DE SALA TOLHILDANA JINÊN ÊZIDÎ

-Jinên Bakurê Sûriyê bi rakirina çekan û tevlêbûna qada leşkerî, modeleke mînak ji jinên cîhanê re afirand. Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di çeperên pêş ên şerê li dijî DAIŞ`ê de cihê xwe girt.

-Şervanên jin di Pêngava Bagera Cizîrê de, bi roleke sereke rabûn. Her wiha bi sedan jin, bi taybet jî jinan êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li Şengalê hatibûn revandin, rizgar kirin. Buroya Êzidiyên hatine revandin li bajarê Dihokê, rizgarkirina hezar û 177 jinên êzidî, her wiha rizgarkirina 53 jinên êzidî bi rêya Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê û 193 jinan bi rêya Desteya Jinan a Herêma Cizîrê di pêngavên cuda de, ragihand.

-Di 22`yê Îlonê de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyeke din li destkeftiyên têkoşîna xwe zêde kir. Yekemîn Akademiya Leşkerî ya jinan ku bi dilxwazî tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûne, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Amûdê, hate vekirin ku yekemîn dewreya perwerdeyê heta 6 mehan bi rêxistin kir.

BI ARMANCA TIRSANDINA JINAN BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK

Di 12 cotmehê’de; Artêşa Tirk a dagirker sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriye Hevrîn Xelef, li ser rêya M4 bi awayekî hovane qetil kir.

-Di 13`ê Cotmehê de, artêşa Tirk a dagirker karwanê sivîlan ê berê xwe dida bajarê Serêkaniyê, ku tê de endama Meclîsa Edaletê ya Jinan Aqîde Osman hebû, hedef girt û qetlîam pêk anî.

-Di 23`yê Cotmehê de, çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi cenazeyê şervana YPJ`ê Amara Rênas lîstin.

-Di 26`ê Cotmehê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê dîl girtin.

-Li gorî serjimariyên Heyva Sor a Kurd, di êrişên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 12 jinan jiyana xwe ji dest da û 69 jin jî birîndar bûn.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27