Arşîv

PAJK: Newroza herî xweşik û bi wate îro li Efrînê xwe dide nîşan

 Kordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya cejna Newrozê daxuyanî da û Neworz pîroz kir û wiha got: “Newroza herî xweşik û bi wate îro li Efrînê xwe dide nîşan ”

Daxuyaniya PAJK’ê ya derbarê Newrozê wihaye:

“Em roja  mizgîniya biharê, roja aştî, biratî û rizgariya gelan, roja ku bûyî sembola berxwedana gelê kurd Newrozê bi berxwedan, hêvî û coşek mezin pîroz dikin.

Em Newroza kesên ku di şert û mercên dîliyîtiyê de berxwedanek bi rihê Newrozê didomîne, mimarê azadiyê û zanyarê serdemê Rêber APO bi hesretek mezin pîroz dikin.

Ji Kawayê Hesinkar ê ku li hemberî zulm û niheqiyê serîhildayî, ji Mazlum Dogan heta Zekiye yan, Ronahiyan, Rehşanan û bêrîvanan ku bûyîn şopdarê vê berxwedanê û di vê rêyê de bê tirs canê xwe fedakirîne pîroz dikin.  Di heman deme de  îro gel û şervanên Efrînê yên li hemberî zilm, neheqî û faşîzmê serî netewandîn û bi rihê Newrozê li ber xwe didin cejna wan a Newrozê pîroz dikin.

Newroz derbirîna herî xweşik a berxwedanêye û îro derbirîna xwe ya herî xweşik bi berxwedana Efrînê dibin e. Ji bo vê jî Newroza herî xweşik û bi wate îro li Efrînê xwe dide nişan. Em bi vî rihî cejna Newrozê ya gelê xwe yê li berxwedide pîroz dikin. Çeteyên Erdogan ên ku li Efrînê peykerê Kawayan tîne xwe bila baş bizanin gelê me bi rihê berxwedana Kawa xwe pêçane û gelê me bûye gelê Newrozê. Ji bo wê jî yên ku li Efrînê bimirin û bibinbikevin dê çîroka dehaqan be. Ji ber ku dê destana berxwedana Kawayan li ser zimanan were vegotin, bihgehe serdeman.

Her bihar mizginiya nûbûnê ye. Nûbûnê xwe di 8’ê Adaran de meyand û çîrokên berxwedana jinên kurd di agirê NEWROZ’ê de hemû cîhan pêça. Dayîkên kurdan bi kevneşopiya welatparêziya xwe rengek dan kevneşopiya NEWROZ’ê û bi watetir kirin. Em rihê NEWROZ’ê yê dayîkên kurd û şervanên azadiyê ku NEWROZ ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê kirin qelaya berxwedanê pîroz dikin.  Îro  gelê kurdê ku dilê wî ji bo azadiyê lêdide bi berxwedana xwe ya li dijî  hemberî hemû curên paşketî, faşist, dagirker û rejîmên ku gelan parçe dikin cîhan hêlaye matmayî. Di kesayeta enternasyonalîstên ku rihek şoreşger ji vê berxwedanê girtîn,  dile xwe bi yê gelên Mezapotamyayê re kirin yek û kirine pirayek ji azadiyê bawerî bi yekbûna gelan hatiye. Ji bo vê jî em cejna NEWROZ’ê di seride li gelên Mezapotamya û bi hêviya yekgirtin û biratiya hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Gelên Rojhilata Navîn bê agir jiyan nakin. Agir hêviyek ku di kuçikên wan de natemire, di dilê wan de azwerek û di devê çeken wan de soza tolhildanê ye. Îro agirê berxwedanê yê gur dibe deriye hêviyên gelan germ dike.

Gelê Bakurê Kurdistan , gelek  ku cejna Newrozê bi berxwedanên herî mezin re pêşwazî dike, gelê ku di dîrokê de navê xwe bi serhildanan nivîsiye û tekoşîna xwe bi agirê Newrozê re geş kiriye, niha jî kîna xwe ya li hemberî hemû polîtikayên astengkirin û çewisandinê bi coşa Newrozê re daxistina qadan pir giringe. Bi taybet jî di ferqa êrîşên faşist ên li ser gelê me de bûyîn û li hemberî van êrîşan bi rihê Newrozê li qadan cihgirtin hebûna xwe îlankirine. Em Newroza 2018’an bi baweriya kîn û hêrsa di dilê gelê me de bibe volkan û biteqe pêşwazî dikin. Li ser vî bingehî em vê Newrozê bikin sembola biratiya gelan.

Em hêza demokratik û tekoşînê a li hemberî siyaseta çewisandin û dagirkeriya emperyalist a faşist bidin nişan. Em bi baweriya azadiya Rêber APO azadiya me ye vê Newrozê bizivirînin munesebeta azadiya Rêber APO. Feza bê rok nabe û di vê dema ku welatê me Mezapotamya di taritiyê de derbas dibe, em ji bîr nekin ku wextê derketina rokê nêzîke.

Em coşa Newrozê bi coşa biharê re bikin yek û qadan bikin cihê cejnê. Em cejna Newrozê ya hemû gelê xwe û gelên Mezapotamya pîroz dikin û dibêjin ku dê agirê li çiyan pêdikeve her tim bi were be.”

Back to top button