Arşîv

Jinên Tebqayê pêşengiyê dikin

Jinên herêma Tebqayê ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê zulim û zordarî jiyan kirin. Di binavê navê Ola Islamê de çeteyan jin ji hemû rengê jiyanê bê par kirin.

Lê piştî ku şervanên QSD’ê di gulana sala derbasbûyî de herêma Tebqayê ji çeteyan rizgar kirin. Jinan careke din dest bi pêkanîna xwe ya di nava civakê de kirin. Jin rola xwe di hemû aliyên jiyanê de di nava civakê de pêk tînin.

Li bajaroka El-Mensûr a rojhilatê Tebqayê jinan gavên mezin ber bi avakirina civakê de avêtin û erka parstina welatiyan girtine ser milê xwe. Jin li ser bendên kontorlê disekin in û parstina welatiyan dikin. Di heman demê de jin di qadên din ên jiyanê civakî, siyasî û leşkerî de pêşengtiyê dikin.

Endama Hêzên Ewlekariya Hindir a Bajaroka El-Mensûr Emanî Selîbî derbarê azadiya jinan de wiha got: “Jin di nava civaka me de bûne xwedî roleke çalak. Jin wekî zilam di hemû qadên jiyanê de cih digrin. Çek rakiriye û rola parstina civakê girtiye ser milên xwe.”

Back to top button