Arşîv

YPJ: Heval Lêgerîn weke navê xwe bû lêgerînvana heqîqeta însanê azad

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê têkildarî şehadeta şervana xwe Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) daxuyaniyeke  nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

ʺHeqîqeta şoreşa gelan a ku li Bakûrê Sûrî xwe bi hest û fikirên jinê bi têşe kiriye her roja diçe ji bo tevahî gelan bûye hêviyek mezin. Her ku diçe şoreşa gelan di rastiya xwe de tovên xwe li her çar aliyê cîhanê direşîne. Şoreşa gelên Kurdistanê ne tenê ji bo gel û jinên Rojhilata Navîn, ji bo tevahî gelan û jinên cîhanê bûye çavkaniya heqîqeta jiyana azad wekhev ya ebedî.

Pergala kapîtalîst bi pêşengtiya hêzên desthilatdar îro weke cenewirekî lê hatiye û li ser gelan û jinên cîhanê bûye belayekî herî mezin ê daqirtina  nirxên însanî. Îro ev pergala ku di cewherê xwe de talan, qirkirin, şer û kuştina jinan weke mafekî rewa dibîne di mirovahiyê de hêvî û bawerî lewaz kiriye û civak di nav pençên xwe de mahkumî jiyana ji nirxên însanî û cîhana manewî dûr xistiye. Li hemberî van rastiya tevan şoreşa Bakûrê Sûrî bûye hêvî, bawerî, tekoşîn, şerkirin, xwebûn û xwe parastina tevahî nirxên civakî, çandî, siyasî, exlaqî û polîtîk. Şoreşa Bakûrê Sûrî, temsîla tevahî nirxên bi destê jin hatibû avakirin dike. Temsîla heqîqeta jina xwe ji pençê pergala mêrê serdest rizgar kirine dike. Şoreşa Bakûrî Sûrî ya ku xwe bi reng û şêwaza jinan avakiriye temînata azadkirina netewa jina ye. Li ser vê bingehê jinên cîhanê berê xwe dan vê tekoşîn û şerê xwe parastinê.

Yek ji şoreşger, tekoşînvan û lêgerînvana heqîqetê rêhevala me Dr. Lêgreîn Çiya (Alina Sanchez) di encama qezaya erebê de gihîşte şehadetê. Hevrê Lêgerîn ji welatê bi çanda şoreşgerî ava bûyî, ji cih û warê şoreşgerê mezin Che Guvera, ji welatê Latîn Amarîkayê Arjantînê berê xwe dabû şoreşa Rojava. Heval lêgerîn yek ji wan jinên ku di hest û ramanên xwe de azadî û wekheviya gelan kiribû yek. Heval Lêgerîn bi fedekariyên mezin, bi kedekî bê hed û hesap tevlî şoreşê bû û cihê xwe di dilê hemû jinên tekoşîvan de çêkir. Heval Lêgerîn weke navê xwe bû lêgerînvana heqîqeta însanê azad û ji Latin Amarikayê Arjantînê berê xwe da rojavayî Kurdistanê. Lêgerînên wê yên bê sînor ew berbi şoreşa jinê ve anî û bû yek ji rêhevala herî sadiq a gelan û hemû jinan.

Heval Lêgerîn çend sale cihê xwe di nav şoreşê de digirt. Di qada tendûristiyê de bi hezaran rêhevalên me ji şehadetê xilas kirin. Bi fedekariyek mezin, bi moral, coş û kelecanekî bilind hevalên birîndar derman dikirin. Heval Lêgerîn her tim dixwest di cephên şer de cihê xwe bigre. Îsrar û daxwaza wê pir mezin bû. Di şert û mercên zor û zehmet de timî li gel hevalan bû. kesayeteke bi rastî jî xwedî enerjiyek şoreşê yê pir mezin bû. Bi evîneke mezin di nav şoreşê de jiyan kir. Dilê wê bi heskirina Rêber APO û rêhevalan ve tijî bû. di tekoşînê de xwedî îsrarekî bi wate û di jiyanê de xwedî disiplînek şoreşgerî bû. Çiqas xizmet dikir xwe kêm dît û timî dixwest hîn zêdetir xisme bike.

Em weke rêheval, şervan û şopdarên riya Hêlîn, Avaşîn û Lêgerînan dibêjin em ê heya dawî tekoşîna ji bo afrandina jiyaneke azad bidin. Ji bo em xwedî li nirxên van hevalên me yên şehîd ava kirine derên çi berdêl ji me tê xwestin bila werê xwestin em amade ne bidin. Em ji bo xeyal û hêviyên tevahî şehîdên di oxira avakirina şoreşa jinê de canê xwe fedar kirine pêk bînin em ê tekoşîn bikin û li hemberî keleha zilmê, li hemberî pergala mêrê serdest, li hemberî dagikeriya ku qirkirina gelan û kuştina jina ji bo xwe kiriye arman têbikoşin. Em ê bibin bersîv ji tevahî lêgerînên rêhevala heqîqetê heval Lêgerîn. Em carekî din soza tolhildanê dubare dikin û dibêjin wê Lêgerîn her jiyan bikin şehîd namirin.

 

Back to top button