Arşîv

Hediye Yûsif:Pêşiya Komkujiyan hate girtin, berxwedanî didome

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya  Demokratîk a Bakurê Sûriye Hediye Yûsif li ser rewşa dawî ya berxwedana Efrînê ji ajansa me re(ANHA) axivî û got ku, li Efrînê şerê gerîlayî despê kiriye û cihê ku dewleta dagirker a Tirk ketiyê we bibe hedefa çalakiyan û wê Efrînê ji dagirkeran re bikin goristan.

Li hemberî pîlanên dewleta Tirk; berxwedan

Hediye Yûsif diyar kir ku berxwedana Efrînê ji bo Bakurê Sûriyê û cîhanê bû berxwedaneke dîrokî û wiha berdewam kir, “Gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ`ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê bi sekneke bawer li ber xwe dan û wê ev berxwedan berdewam jî bike. Sekna gelê Efrînê, êrîşên  dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya Rûsya yê re, bêdengî û pîlanên navnetewî derxist holê. Pîlanên dewleta Tirk li ser Efrînê ew bûn ku dagir bikin, demografiyê biguherin, herêmê ji terorê re bikin çavkaniyeke nû û bi anîna gelên biyanî di herêmê de hebûna xwe fireh bikin. Li  hemberî van pîlanan Efrîn 65 rojin li berxwe dide.”

‘Gelê Efrînê teslîmiyet nepejirand’

Hediye anî ziman ku gelê Efrînê di nava ewlehî, sîstemek federalî û yekîtî de jiyan dikir û  ew sistem jî bi destê dewleta Tirk tê têkbirin û wiha axivî, “Gelên li Efrînê bîryara berxwedanê wiha anî ziman; ev der axa me ye, erdê me ye, Erdogan nikare li vir dagirkeriyê pêk bîne û li hemberî dagirkeriya Tirkiye jî em ê li berxwe bidin. Gelê Efrînê serî netawand û teslîmiyet nepejirand. Dewletek ku endamê NATO’yê ye  bi hemû hêza xwe balefirên şer, tang û topan Efrîn bombabaran kir. Bi êrîşêkî hovane komkujî pêkanî. Bi sedan sivîl qetil kirin. Mixabin li hemberî van komkûjiyan dewletên navnetewî dengê xwe dernexist û helwest nîşan nedan.”

‘Rastiyên dewletan di berxwedana Efrîn de derket’

Hediye Yûsif axaftina xwe wiha berdewam kir,“Berxwedaniya Efrînê tevahî cîhan matmayî hîşt û rastiya dewleta Tirk a dagirker, hevkariyên navnetewî li dijî gelên Sûrî û  berxwedaniya gelê Kurd derxist. Efrîn di mile cografîk de hêremêke biçûkê lê hemû cîhanê bi xwe re mijûl kir û kamûyekê giştî da çêkirin.”

‘Pêşiya komkujiya gel hat girtin’

Hediye Yûsif anî ziman ku eger gelê Efrînê ji navendê derneketa dewleta Tirk a dagirker wê komkujiyêke mezin pêk anî ba û wiha berdewam kir: “Di navenda Efrîne de 57 roj berxwedaneke bêhampa hat meşandin. Piştî ku şer gihîşt derdora bajare Efrînê bi sedhazara gel di navenda Efrîn de  kom bû.  Li vir gel bi qirkirin û komkujiyê re rû bi rû  ma. Efrîn mîsyona xwe ya berxwedanê heya radayekê de temam kir. Bi derketina gel ji navendê pêşiya komkujiyêke mezin hate girtin.”

‘Axa Efrînê bi çalakiyan wê bibe goristana Tirkî’

Hediye Yûsif bal kişand li ser çalakiyên ku li Efrînê pêk tên û wiha axifî ,“ li Efrînê şerê gerîla despê kir. Cihên ku dijmin ketiyê we bibe hedefa çalakiyên cûr be cûr.  Ev çalakî wê Efrînê ji dagirkiriya dewleta Tirk û çetêyên giredayî wê re  bike goristan. Em ê rehetî nedin wan. Şer wê bi armanca tolhildana qetlîamên li ser sivîlan bê meşandin. Ev şer heya ku dagirkeriya li ser Efrînê rabe wê berdewam bike.”

‘Dewletên navnetewî berpirsyarên komkujiya ne’

Hediye Yûsif komkujiyên ku li Efrînê li ser sivîlan hatin kirin, bêdengiya dewletên navnetewî  berpirsyar girt û wiha got, “Li ber çavên dewletên cîhanê komkujî li ser gelê sivîl ên Efrînê hate kirin. Hemû dewletên cîhanê berpirsyarê  komkujiyan in.  Li hemberî dagirkirina dewleta Tirk helwest diyar nekirin. Dewleta Tirk ji vê bêdengiyê hêz girt û êrîşên xwe yê hovanê li ser sivîlan zêde kir.”

‘Ji bo Efrînê saziyên navnetewî alikarî nekiriya’

Hediye Yûsif berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser alîkariya gelê Efrînê û got ku saziyên navnetewî tu alikarî heya niha nekirine û wiha berdewam kir, Saziyên navnetewî ji bo gelên Efrînê  tu alikarî nekirine. Netewên Yêkbûyî û saziyên mirovahî soz dan ku alîkarî bikin, lê wê kengî vê soza xwe pêk bînin ne diyar e.  Gelên Bakurê Sûriyê kampanya  alikariyê despêkirine û xwedî li gelê Efrînê   derdikevê.”

‘Meşrûyeta van pîlanên Tirkiye tune ye’

Hediye Yûsif anî ziman ku dewleta Tirk bi hevkariya dewletan û hêzên terorê ji bo guhartina demografiyê ev êrîş despê kirin û wiha got, “Dewleta Tirk bi  armanca gûhartina demografî li bajare Efrînê çêbike bi  çekên qadexê, tang, top û bi balefirên şer êrîşî sivîlan kir. Heman demê çeteyên xwe anîn û di navenda Efrînê de bi cih kirin. Her wiha ji bo revêbirina navenda Efrînê jî  bi çeteyên xwe re rûdinê, civînan çêdikê.  Meşrûyeta van pîlanan tune ne.  Dewleta Tirk nikare sîstema dagirkeriyê li Efrînê bide rûniştandin. Gelê Efrînê vê tiştî qabûl nake. Li hemberî van pîlanan gelê me têkoşîn û berxwedana xwe we berdewam bike.”

‘Têkoşîn û berxwedan berdewam e’

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediyê Yûsif dawiya axaftina xwe de got, “Me gelê xwe ji qetlîama dewleta Tirk a dagirker dûrxist. Lê em ji Efrînê nevekişiyane. Berxwedan û têkoşîna me berdewam dike û wê berdewam jî bike.”

 

Back to top button