Arşîv

Jinên Kobanê: Em dan koçberkirin niha heman tiştî ji bo Efrînê dikin

Jinên karkerên çandiniyê yên Kobanê ku ji ber şer axa xwe terk kirin gotin: “Em li bendê bûn ku zilma DAIŞ’ê biqede lê niha Tirkiye mirovên li Efrînê dide koçberkirin. Bila kes axa xwe terk neke.”
Li Tirkiyeyê bi hezaran jinên ji ber polîtîkayên şer di salên 90’î de koç kirin, li ser zeviyan dixebitîn, niha jî ji Sûriyeyê pir kes koçî Çukurovayê dikin. Jinên li vir ketine nava pergaleke mêtînger a din, her roj ji sibehê heta êvarê tên xebitandin.
‘Me wek koleyan dibînin’
Kadriye Ahmet a ji Kobanê ku li herêma Kara Ahmetlî ya navçeya Yuregîr a Edeneyê li baxçeyê fêkiyan dixebite, 5 sal  ji Kobanê koç kiriye. Kadriye û malbata wê ya ji ber êrîşên DAÎŞ’ê reviya koçî Edeneyê dikin.  Kadriye ku sibehê saet di 05.00’an de radibe tê baxçe wiha dibêje: “Heta êvarî em karê wan dikin. Çawîş li ser me disekinin û dibêjin ‘nesekinin bixebitin’. Ev jî zext û westandinek cuda pêk tîne.  Êvarî li malê jî em xwarin, paqijî, zarokan dinêrin. Tevî evqas kedê rojaneya me 54 TL ye.
‘Tiştên me jiyaye bila ew nejîn’
Kadriyeyê bi lêv kir ku yekane daxwaza wê ev e ku vegere ser axa xwe û ev tişt bi lêv kir: “Niha dixwazin heman tiştî li Efrînê bikin. Koçberkirinê li ser gelê wir ferz dikin.  Sedema bi çavsoriyek mezin qetilkirina zarokan jî ev e. Em koçberî vir kirin û niha keda me mêtînger dikin. Em hatin û bila gelê Efrînê van tiştan nejîn. Xwezî em qet nehatibana vir.”
Zarok jî neçarin bixebitin
Diyar ê 12 salî jî li Kobanê nû dest bi dibistanê kiribû lê mecbûr ma ku koçî Edeneyê bike. Diyar jî wiha got: “Divê niha ez li dibistanê bû ma. Ez dixwazim vegerim Kobanê. Şer em ji jiyan û xeyalên me kirin. Êdî bes e, em dixwazin ev şer bi dawî be. Ez ji zû şiyarbûnê bêzar bûme. Lê neçarim bikim.”
‘Em 12 saetan dixebitin’
Selîme Aslan a di salên 90’î de gundê wan hatiye şewitandin  jî diyar kir ku tevî evqas sal derbas bûye jî polîtîkayên li hemberî Kurdan neguheriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 25 sal in ez li ser zeviyan dixebitim. Min kedek mezin da. Ez hîna jî didim. Warê me gelek xweş bû. Baxçeyê me hebû. Me li gorî xwe çandinî dikir.  Pirsgirêka debarê tunebû. Lê vir bi rastî jî zehmet e.Ji ber evqas em kedê didin jî em beramberê wê nagirin. Ez rojê 12 saetan dixebitim. Lê beramberê wê nagirim. Ewlehiya tenduristiya me jî tuneye.”
‘Dixwazin êrîşê hemû Rojava bikin’
Fatma Saleh a ji Kobanê  diyar kir ku wan hêvî dikir ku şer bi dawî bibe lê niha heman şer li Efrînê tê meşandin û got: “Em difikirîn ku vegerin malên xwe. Lê niha êrîşê Efrînê dikin. Dixwazin êrîşê hemû Rojava bikin. Efrîn ji bo me cihekî gelek girîng e. Em li vir kirine wek kole. Em pereyê kirê, av, ceyran û tupê qezenc dikin. Em ji bilî vê tiştekî nakin. Jiyan gelek zor e. Bila gelê Efrînê nekeve vê rewşê.”
Back to top button