Arşîv

Derbarê tecrîda li ser Ocalan civînek hate lidarxistin

Kongreya Star di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, civînek ji jinên navçeyê re lidar xist. Bi dehan jin tevlî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Cîgira Hevserokatiya  kantona Cizîrê Nadiya Yûsif axivî.

Nadiya di axaftina xwe de got ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan dixwaze ku îradeya gelên azadîxwaz bişkîne û wiha pê de çû,ʺJi ber ku gelên li herêmê li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan dimeşin.ʺ

Nadiya di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman, “Ocalan banga azadiya jinê kir. Ji bo ku jin xwedî nêrîneke azad be û rola xwe di hemû aliyên jiyanê de bilîze. Ji ber vê yekê pêwîste hemû jin ji bo azadiya Rêber Ocalan û rakirina tecîda li ser wî, têbikoşin.”

Her wiha Nadiya li ser projeya Netewa Demokrtîk û pîvanên biratiya gelan ev tişt got, “Ji bo ku em Netewa Demokrtîk pêk bînin em hemû tekoşînê dikin û li ber xwe didin. Em ê heta dawiyê li ser riya azadiyê û jiyana hevbeş bimeşin.”

Di dawiyê de Nadiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurda Abdllah Ocalan banga bilindkirina tekoşîn û berxwedanê kir.

Civîn û pirs û bersivan li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa wî li Îmralî,  bi dawî bû.

Back to top button