Arşîv

Bi keda destên xwe li çanda xwe xwedî derdikeve

– Emîne Temo ya ku karê dirûtinê dike û debara xwe dike yek ji jinên ku pêşdarazên civakê hildiweşîne ye. Emîneyê bang li hemû jinan kir ku ew jî têbikoşin û li ser lingên xwe bisekinin.
Emîne Temo (25) ya ku karê dirûtinê dike û debara xwe dike yek ji jinên ku pêşdarazên civakê hildiweşîne ye. Emîneyê bi dirûtina cil û bergên gelêrî jî xizmeta çanda Kurdî dike. Emîneyê xwediyê 5 zarokan e û zarokên xwe bi keda destên xwe mezin dike.
Emîne ya ku destên xwe li ber kesekî venake û debara xwe dike wiha got:”Ez karê dirûnê ji dayika xwe hîn bûm. Ez zewicîm û bûm xwediyê 5 zarokan lê min dîsa jî dev ji karê xwe berneda. Ez bi vî karî hem debara xwe dikim hem jî çanda xwe ya Kurdewarî diparêzim. Divê jin bixebitin û xwe nedin çewisandin. Ji bo li dijî hişmendiya baviksalarî em bisekinin divê em bixebitin û di warê aboriyê de xwe pêş bixin.”
‘Divê em vê çanda keda xwe bidomînin’
Emîneyê diyar kir ku heta dawî ew ê li keda xwe xwedî derkeve û wiha dewam kir:”Çawa ku dayika min ev kar hînî min kir ez jî niha vî karî hînî keça xwe dikim. Keça min hem di warê xwendinê hem jî di warê fêrbûna dirûtinê de pêş dikeve. Keda mirovan emaneta wan a herî girîng e. Ji bo em li keda xwe xwedî derkevin divê em vê çanda keda xwe bidomînin.”
‘Jin xwedî hêz û vîneke mezin e’
Emîneyê bal kişand ser hêz û vîna jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Jin xwedî hêz û vîneke mezin e. Loma jin divê bi hêz û vîna xwe di her qadê de xwe pêş bixin, bi keda destên xwe li çanda xwe xwedî derkevin û serî li ber zilma mêran netewînin.”
Back to top button