Arşîv

Corin Morel: Kobanê sembola jiyan û azadiya jinê ye

Sekretera Partiya Çep a Fransî Corin Morel House Lux da zanîn Kantona Kobanê ne tenê bajarê ku li hember hovîtiya DAIŞʹê bi ser ket û wiha got, ʺBajarê Kobanê bû sembola jiyana hevbeş û azadiya jinê.ʺ

Sekretera Partiya Çep a Fransî Corin Morel House Lux serdana Kantona Kobanê ya herêma Firatê. Corin Morel House Lux xwest ku rewşa herêmê bişopîne û Tevgera Jinê ya Bakurê Sûriyê nas bike.

Corin Morel, Berdevka Fermî ya Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd û Endama Komîteya Têkîliyan a Kongreya Star a Kantona Cizîrê Nûpelda Mihemed serdana Kongreya Star a Kantona Kobanê kirin. Şande ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Kobanê Sara Xelîl û Endama Komîteya Têkîliyan a Kongreya Star a Kobanê Nejbîr Teyar ve hatin pêşwazîkirin.

Şande li Kantona Kobanê geriya, xebat û projeyên Kongreya Star di hundirê kantonê şopand.

Corin Morel kêfxweşiya xwe anî ziman ku serdana Kobanê kiriye û wiha got, ʺBajarê Kobanê ne tenê bajarê ku li hember hovîtiya DAIŞʹê bi ser ket, Kobanê sembola jiyana hevbeş û azadiya jinê ye.ʺ

Corin Morel di axaftina xwe de anî ziman ku ew ê destek bidin projeyên jinê li Rojava.

Back to top button