Arşîv

Yekem sûka taybet bi jinan hate vekirin

Komîteya Aborî ya taybet bi jinan li bajarê Dêrikê yê girêdayî herêma Cizîrê yekem sûka taybet bi jinan li ser asta Rojava – Bakurê Sûriyê vekir.

Îro yekem sûka taybet bi jinan bi şahiyekê li bajarê Dêrikê hate vekirin. Bi sedan jinên bajêr, nûnerên saziyên civaka sivîl, meclîs û komînên herêmê beşdarî şahiya vekirina sûkê bûn.

Sûka Pepole ya taybet bi jinan ji aliyê Komîteya Aborî  ve hate vekirin.

Şahî bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, yek ji rêveberên Kongreya Star a herêma Cizîrê Welîda Botî axivî û got ku aboriya rast bingeha wê exlaq û ked e ya ku bi rengê jinê hatiye xemilandin û wiha pê de çû,ʺAboriya ku bi destê jinê pêket ji aliyê sîstemên desthildar ve hate keysbazkirin.ʺ

Welîda di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû jinan bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hemû aliyên jiyanê de xwe bi rêxstin dikin û ev tişt got,ʺBi saya rêxistinkirina jinan îro me ev sûka taybet bi jinan vekir. Wê rêveberiya sûkê û hemû karkerên ku têde bixebitin jin bin.”

Paşê Koma Cûdî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê stranên filoklorî pêşkêş kirin.

Piştre, deriyê sûkê ji aliyê dayîkên şehîdan ve hate vekirin.

Di sûka Pepole de 21 dukan hene, jin karê wan bi rêve dibe û ji mafê her kesî ye ku pêwîstiyên xwe ji sûkê bigrin.

Back to top button