Arşîv

Jinên Kobanê ji bo Ocalan meşiyan

Be hezaran jinên kantona Kobanê meşek girseyî lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ya dagirker şermezar kirin. Meşa ku veguherî mîtîngê de Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Felek Yûsif axivî û bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe li hemberî dagirkeran bilind bikin.

Li Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk bi meşekê hate şermezarkirin.
Bi sedan jinên kantona Kobanê, di çarçoveya Pêngava Kongreya Star a “Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan û têkoşînê geştir bikin” ya bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan.
Meş ji qada ‘Şehîd Egîd’ ber bi qada ‘Jina Azad’ ve dest pê kir. Xwepêşandaran dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.
Meş li qada ‘Jina Azad’ veguherî mîtîngê. Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Kantona Kobanê Felek Yûsif di mîtîngê de axivî û tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dagirkeriya Tirk yên ser Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk têkbirina vîna gelê Bakurê Sûriyê û projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye.
Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Felek Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe li hemberî dagirkeran geştir bikin.

Back to top button