Arşîv

‘Jin dikarin her karî bikin’

 Xwişkên bi navê Zeynep Urkmez û Nesîbe Urkmez li Doganşehîrê dest bi nanpêjiyê kirin û gotin:”Divê jin têkoşîna kedê bidin.”
Xwişkên bi navê Zeynep Urkmez û Nesîbe Urkmez ên li Doganşehîr a Meletiyê dijîn rolên zayenda civakî red kirin û jiyana xwe ava dikin. Nesîbe û Zeynep ên li navçeyê firin vekirin armanca wan ev e ku di vê sektorê de nîşan bidin ku jin dikarin çawa kar bikin. Zeynebê daxuyakirin ku karê nanpêjiyê ne tenê karê mêran e û diyar kir ku ligel nan rojê 2 hezar lahmacun jî çê dikin.
‘Jin dikarin her karî bikin’
Zeynebê daxuyakirin ku kesên dema wan dibînin matmayî dimînin û got: “Ji ber ez hêz û serkeftina jinan li navçeyê nîşan didim ez serbilind im. Ez û xwişka xwe nanê navçeyekê lê dixin. Karê me zor û zehmet e lê em dîsa jî bi ser dikevin. Jin dikarin her karî bikin. Dikarin tamîrata wesayitan jî bikin, dikarin ajokariyê bikin, dikarin nan lêxin. Tenê bila bixwazin bes e.”
Nesîbeyê jî got raza serkeftinê daxwaz û bixwe baweriye û ev tişt anî ziman: “Divê em di hemû qadên kar de pêşdaraza ‘jin nikarin bikin’ bişkînin. Yên genim dîtiye û çandinî kifş kiriye jin in. Jin hilberîner in. Pêşengên ked û nên em jin in. Divê jin têkoşîna kedê bidin.”
Back to top button