Arşîv

Li herêma El-Kerama 24 komînên jinan hatin avakirin

Endama Rêveber ê Mala Jinan a Herêma El-Kerma û gundên wê Xewla El-Îsa diyar kir ku wan 24 komînên taybet ên jinan li gundên ereban ên herêma El- Keramê ava kirine û destnîşan kir ku niha jî amadekariya avakirina komînên navenda herêmê dikin.

Jinên herêma El-Kerama ya Reqayê ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ’ê gelek zulim û zordarî jiyan kirin. Mafê wan di hemû qadên jiyanê de hate girtin, mafê wan ên jiyana azad hatin wergirtin. Piştî herêma El-Kerama di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê hate rizgarkirin. Jinan piştî rizgarkirinê dest bi xwe rêxistinkirinê kirin.

Di vê çarçoveyê de jinan çalakiyên xwe yên taybet lidarxistin û xwe perwede kirin. Jinan her wiha meclîsên xwe yên demkî yên girêdayî Mala Jinê saz kirin û 25 komînên taybet bi jinên herêma rojavayê El- Kerama birêxistin kirin.

Jinên herêma El-Kerama ya Reqayê di 5’ê kanûna 2018’an de hate vekirin û dest bi xebatên pêkanîna mafê jinan ku bi salan ji wan hatiye wergirtin kirin.

Ji demeke kurt de mala jinan a herêma El-Kerama dest bi rêxistinkirina jinan kir û hewl da ku rola jinan di nava civakê de careke din pêk bîne. Komînên jinan hatin avakirin û rêxistinkirina wan tê pêşxistin.

Endama Rêveber a Herêma El-Kerama û gundên wê Xewla El-Îsa derbarê mijarê got ku heta niha di çarçoveya xebatên rêxistinkirina jinan de wan 24 komînên jinan li Reqa El-Semrat û El-Hemrat ên rojavayê herêma Keramê ava kirin û wiha dom kir: “Niha jî me dest bi xebatên avakirina komînên navenda Reqayê kiriye.”

Xewla, her wiha destnîşan kir ku jin dixwazin komînên xwe zû ava bikin û ji bermahiya zulma dama çeteyên DAIŞ’ê di zûtirîn dem de xilas bibin û ev tişt anî ziman: “Jin pir dixwazin di nava komînan de kar bikin. Jin îradeya xwe ku bi salan jê hatiye girtin di komînan de dibîne. Jinên herêmê di riya komînan re dixwaze bighîne civakê.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27