Arşîv

Şandeya jinên Almanî serdana gelê Efrînê kir

Şandeya jinên Almanî gihîşt Kantona Şehbayê û serdana gelê Efrînê kir.

Şandeya jinên Almanî ku ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê û kampanya Kongreya Star a serhildana jinan ji bo Efrînê hatine Rojava, gihîşt Kantona Şehbayê.

Şande ji aliyê Endama Rêveberiya Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a Kantona Şehbayê Cîhan Mihemed û Endama Koordînasyona Kongreya Star Fatma Çito ve hat pêşwazîkirin.

Şandeyê serdana kampa Berxwedan a ku gelê Efrînê lê bi cih dibin, kir û rewşa gel şopand. Li kampê şande ji aliyê endamên Rêveberiya Heyva Sor a Kurd ve hat pêşwazîkirin.

Şandeyê rewşa tenduristî ya gelê Efrînê bi Heyva Sor a Kurd re nîqaş kir.

(mm)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27