Arşîv

Rohilat Arif: Divê rêxistinên cîhanî destek bidin jinên Efrînê

Di çarçoveya kampanya ″Jin ji bo Efrînê rabe ser piyan″ de Kongreya Star bi jinên Efrînê û Şehbayê re dicive. Di civînan de banga destekdayîna jinên Efrînê li rêxistinên jinan ên cîhanî hat kirin.

Kongreya Star îro bi jinên navçeyên Til Rifet, Ehrez û kampa Serdemê re civiya. Di civînan de bi dehan jinên Efrînê, Şehbayê û endamên Saziyên jinê amade bûn.

Civînan bi rêzgirtinê dest pê kirin. Li kampa Serdemê, Endama Rêveberiya Meclîsa navçeya Fafînê Leyla Hetaro axivî, bal kişand ser rola jinê di şoreşa Rojava de û di Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk de. Leyla wiha got, ″Bi sedan jinên wekî Avesta û rêhevalên wê bi çalakiyên fedayî tirs xistin dilê dagirkeran û ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirin. Jin bi vîneke xurt li dijî hemû cûreyên zulm û zordestiyê têdikoşin.″

Leyla di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew hêza xwe ji dayîkên şehîdan digirin, da riya cangoriyên azadiyê bişopînin.

Di civînên din de jî Endama Koordînasyona Kongreya Star Rohilat Arif axivî û da zanîn ku Efrîna bi ewle meqseda hemû gelê Sûriyê yê ku ji ber rewşa şer koçber dibûn, bû. Rohilat wiha domand, ″Dewleta Tirk a dagirker bi top û balafirên xwe êrîşa Efrînê ya bi ewle kir. Di encamê de bi sedan şehîd û bi hezaran birîndarên sivîl çêbûn. Li aliyekî din artêşa dagirker li dijî jinan kiryarên hovane wek kuştin, revandin û tecawizkirin pêk tîne. Bi vê yekê dagirkeriya Tirk ewlehiya herêmê derb kir.″

Rohilat bêdengiya navneteweyî li hember kiryarên dagirkeriya Tirk şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşîna li dijî dagirkeriyê kir.

Rohilat da zanîn ku ew bi rêxistinên jinan ên cîhanî re di nava têkîliyê de ne û got ku ew ê belgeyên binpêkirina mafên jinan li Efrînê pêşkêşî rêxistinan bikin.

Civîn  bi nîqaşan û bersivdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû.

Kongreya Star civînên xwe li gund û navçeyên Kantona Şehbayê didomîne.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27