Arşîv

Evîn Siwêd: Pêngava me li cîhanê deng vedide

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd diyar kir ku Pêngava “Jin ji bo Efrînê serî hildin” bi hemû hêza xwe berdewam dike û got ku pêngav li cîhanê deng veda û bala hemû jinên rojavayî û rojhilatî ber ser berxwedana Efrînê.

Rêxistina Kongreya Star bi armanca piştgiriya bi Berxwedana Efrînê û dengê berxwedanê bighîne tevahî dunayê roja 8’ê Sibatê bi dirûşmeya “Jin ji bo Efrînê serî hildin” pêngavek da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngava de li seranserî Bakurê Sûriyeyê didome  civîn, daxuyanî, meş, semîner… têne birxistinkirin.

Pêngav ne tenê li Bakurê Sûriyê deng venda lê belê dengê berxwedana Efrînê li cîhanê belav kir. Li ser vê yekê jinên cîhanê jî li hemberî hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê yên derheqê sivîlên Efrînê serî rakirin.

Ji welatên cuda yên cîhanê, wekî Fransa, Birîtanî, Almanya û Arjentîn hatin Bakurê Sûriyê da ku destek bidin pêngava û rewşa jin bişopînin.

Ji şandiyên  jin ên ku hatin Rojava, partiyên çep ên Fransa û Almaniya, Parlamanterên YE, bijîjk, hiqûqnas in. Endamên şandeya serdana saziyên jin ên Rojava û gundê Jînwar kirin.

Her wiha şandeya Alman jî serdana kampên li Şehbayê kirin.

Endamên şandeyê diyar kirin ku wê piştgiriyê bidin şoreşa jin û bi cîhanê re bidin naskirin, her wiha dê ji bo pêxistina projeyên jin wekî “Gundê Jinwar” bixebitin û li welatê xwe jî pêk bînin. Şandeyê her wiha destnîşan kirin ku dengê berxwedana jinên Efrînê bighînin cîhanê.

Endamên şandeyên jin, her wiha diyar kirin ku şoreşa jinên Bakurê Sûriyê mîna wî li Rojhilata Navîn ranebûye, jin di her qadan de, leşkerî, siyasî, leşkerî, civakî, çandî, aborî û hwd pêşengtiyê dikin û têkoşîna xwe ya li hemberî zihniyeta mêr didomîne.

Derbarê mijarê de, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwê ji ajansa me re diyar kir “Jinên Rojava li hemberî hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê serî netewand. Bi germahî û rihekê berxwedêrî beşdarî têkoşîna li dijî faşîzma dewleta Tirk bû, li aliyekî din jî têkiliyên xwe yên bi gelên cîhanê re xurt kirin. Ji dewletên biyanî jin hatin Rojava û cihê xwe di nava şoreşê de girtin, gelek jî ji bo azadiya jin gihaştine şehadetê. Mîna şervana Birîtanî Hêlîn Qereçox.  Şande li pey yek din ji bo berxwedana jinên li kampa Şehbayê ragihînin hatin Bakurê Sûriyê.”

Evîn, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku pêngava Kongreya Star a piştgiriya bi Efrînê berdewam e û wiha bi lêv kir, “Pêngav nasekine ta bajarê Efrînê ji dagirkeran azad bibe û gel vegerin warê xwe. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û têkiliyên xwe bi tevgerên jinan ên cîhanê xûrt bikin.”

Berdevka Kongreya Star di dawiya axaftina xwe de banga “Bi hev re em dengê berxwedana Efrînê û jinên wê yên berxwedêr li cîhanê belav bikin û dawî li dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wî bînin.”

Back to top button