Arşîv

‘Eger erêkirina êrîşa Qereçox nehatiba pejirandin, dê nekariba êrîşî Efrînê jî bikira’

Tolîn Roza: Dewleta Tirk bi Efrînê dagirkirina Rojava da destpêkirin. Eger erêkirina êrîşa Qereçox ji aliyên navnetewî ve nehatiba pejirandin, dê nekariban êrîşî Efrînê jî bikira. Ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk bi hevkariya Rûsya êrîşî Qereçox kir.

Endama Fermandariya Giştî ya YPG û YPJ`ê Tolîn Roza derbarê salvegera yekemîn a êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Qereçox, êrîşên li dijî Efrînê û rewşa Sûriyê, bersiva pirsên nûçegihanên me da.

Hevpeyvîn wiha ye:

* Di  demeke ku QSD`ê ku YPG û YPJ`ê hêzên wê yên bingehîn in, di hemleya rizgarkirina Reqayê de bûn ango hemleya rizgarkirinʺPaytexta Xîlafeta DAIŞ`êʺde bûn, dewleta Tirk navenda giştî ya fermandariya we li Çiyayê Qereçoxê bombebaran kir, gelo dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe çi name dixwest ku bighîne we?

DAIŞ`ê xeteriyek ji bo tevahî cîhanê bû. Her ku diçû xwe di herêmê de berfireh dikir, ev xeterî ji bo gelên herêmê û gelê Kurd , tevahî cîhanê bû. Ji ber ku terorizim û hovitiya herî mezin bi navê islamiyetê xwe bi rêxistin kirin û xwe bi cih kirin. Ji ber vê jî ji tevahî hêzên cîhanê re xeteriyek mezin bû. Xwe wisa kiribû, ku êdî kes nikare li hember bisekine. Her ku diçû mezintir dibû û xwe bicih dikir. Dema em şerê li hemberî DAIŞ’ê bigirin dest, hêza li hember sekinî û hêza ku karî li hemberî DAIŞ’a her ku diçû mezintir dibû bisekine hêzên YPG û YPJ’ê bû. Hemleya ku li Şengal û Kobanê destpê kir hemleya bi dawîkirina DAIŞ’ê bû. Dema di Sûriyeyê de cihên ku DAIŞ xistî destê xwe hatin paqijkirin, hêza me di tevahî cîhanê de hat naskirin. Bi şer, berxwedanî û sekna xwe ya li hemberî DAIŞ’ê di qadên navnetewî de hat pejirandin. Hêzên me di herêmê de dibe rêyeke çareseriyê. Ji nakokiyên ku hetanî niha gel parçe dikir, gel tune dikirin, êdî ev ji holê dihat rakirin. Hem nakokiyên di nava gelan de. Hem nakokiyên di navbera gelan de radike, bi çareserkirina nakokiyên mezhebî û dînî jî ji holê radikir. Ji ber vê jî li derdorê xwe kombûyînek pir mezin da avakirin. Ji ber wê jî di demek kurt de ji aliyê gelê herêmê ve hate pejirandin. Bi taybet dema biryar hat girtin ku hemleya Reqayê bê destpêkirin, bi pêngava paqijkirina bi Musilê re ku Raqa wek paytexta DAIŞ’ê ya Suriye yê bû, dê bi kêre  were destpêkirin. Di dema nîqaşan de hêza me jêre amede bû. Ji ber ku me jî ji vê bawer dikir, ji bo rizgarkirina gelên herêmê, ji bo em vê xeteriya DAIŞ’ê bi bin bixin, ji bo careke din nikaribe xwe di vê herêmê de bi rêxistin bike, ji bo carek din nikaribe xwe li ser nakokiyên heyî bide jiyankirin, ji bo ev bi temamî ji holê bê rakirin.

Dewleta Tirk naxwaze DAIŞ`ê biqede, ji ber ev di êrîşa Qereçox a li ser fermandariya giştî ya YPG û YPJ’ê de derket holê. Ji xwe di şerê Kobanê de jî hevkariyek Tirk/DAIŞ derket holê, hîn zelaltir ên ku naxwaze DAIŞ tune bibe, ên ku dixwazin xwe li ser vê bide jiyankirin, dixwest plan û projeyên xwe yên qirêj di rêya DAIŞ re pêk bîne. Hem ê ku DAIŞ’ê bi rêvedibe û hevkarê wê  yê herî giring di herêmê de dewleta Tirk bû. Tam di destpêkirina hemleya Raqayê de, zanî ku dê qeleya wî ya dawî jî tune bibe. Ji xwe dewleta Tirk nedipejirand ku em bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re hemleyê bidin destpêkirin. Her roj daxuyanî  didan, digotin eger bibe jî divê em Raqayê rizgar bikin. Tirsa wan a herî mezin ew bû ku Kurd bibin xwedî hêz, di herêmê de mafê xwe bidest bixin û kurd bibin hêzek di Suriye yê de û di pêşererojê de werin qebûlkirin. Tam di vê dema ku me biryar da û hêzên koalîsyonê jî biryar dan bi me re hemleyê bidin destpêkirin de dewleta Tirk êrîşî Qereçox kir. Xwest bêje, hûnê şer bikin lê em ê vê qebûl nekin, ev ji we re nemîne. Li navenda me xist ku em ji biryara xwe paşde bizivirin. Wê demê jî gelek derdora got, hêza ku xwe ispat kiriye li hemberî DAIŞ’ê li ber çavê hêzên navnetewî de çawa dikirin li we bixin. Armanca wan navbera me û hêzên navnetewî xirab bike, em hemleya Raqayê destpênekin. Ji bo temenê DAIŞ`ê  dirêj bike ev êrîş hat destpêkirin. Li rêveberiya me xist ji bo bêhez bixe. Rêveberên me yên demek dirêj di nava şer de mayî û pêşengtî kirî, rol girtî ser xwe hedef girtin.

 

*Gelo dewleta Tirk dikare bi tena xwe û bi biryara xwe êrîşî herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê yên di bin parastina QSD, YPJ û YPG`ê de ne bike û ev hêz jî hevkarê sereke yên Koalîsyona Navneteweyî(ev koalîsyon ji zêdetirî 60 dewletî pêk tê) ne, bi gotineke din gelo Tirkiyê bi destûra hin dewletên navneteweyî mîna Rûsya êrîş kir, ji ber ku Rûsya û Tirkiyê nedixwestin ku QSD û Koalîsyona Navneteweyî Reqayê rizgar bikin?

 

Li gorî zagonên navneteweyî mafê Tirkiyeyê nîne ku êrîşê bibe ser welatê cîranê xwe. Eger xeteriyek hebe, dikare lê ew jî bê îzna wan ne mimkune. Yek li hemberî dewleta êrîş ser pêk tê  Sûriyê, lê em hêza Sûriyê dizanin û niha gelek hêzên navnetewî di Sûriyeyê de cih digirin. Dewleta Tirk bê xebera van hêzan ev êrîş nekiriye, em vê pir baş zanin. Ji belge û agahiyên di destê me de jî, em dizanin dewleta Tirk ev bi tena serê xwe nekiriye. Ji xwe di daxuyaniyên xwe de jî eşkere gotin, me xeterî dît û bi hêzên hevkarên xwe re parkiriye û biryara vê êrîşê da. Jixwe niha baştir derket holê hevkariya dewleta Tirk bi Rusyeyê re. Yek ji bo neqebûlkirina Koalîsyonê bi taybet Emerîka, Rusya jî ji bo Tirkiyeyê bikişîne aliyê xwe iznek wiha dayê. Ji xwe di êrîşa dewleta Tirk ya li ser Efrînê de derket holê.  Her çendî dewleta Tirk digot hêzên derve yên wek PKK`ê  li vir heye, ev jî li ser me xeterî heye. Lê heta niha cihê ku em têde xeterî yan jî hewldaneke  êrîşan li ser Tirkiyeyê çêne bûye. Eger dewleta Tirk dixwaze vê ispat bike, ne tenê dewleta Tirk  hêzên navnetewî jî dikirin bi xwe lêkolîn bikin. Îdîayên ku dewleta Tirk dibêje, tu eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Eger dixwaze bi PKK’ê re şer bike, ji xwe operasyonan dibe ser Bakurê Kurdistanê bila li wir şer bike. Tu eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Li vir dewleta Tirk wekî ku ispat destê wî de hene û neçare êrîş bike da nîşandan. Em niha baştir dibînin, dewleta Tirk vê wek hincetekî da nişandan. Qilifek çêkirin ji bo êrîşên li ser Rojava bi rihetî bike. Me ev roj bi roj baştir dît, niha êrîşa li ser Efrînê jî bi heman hincet kir. Ev hêza ku xwe di herêmê de li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê sekinî, ku heta niha ji derveyî mafê xwe yê parastina xwe ya rewa êrîşî tu hêzan nekiriye. Xeterî ji bo tu hêzan çênekiriye. Heta niha me li hemberî hêzên ku êrîşî gelan û gelê me dikin, me jî parastina xwe ya rewa kiriye. Hemleyên ku me heta niha jî kirin, ne tenê ji bo berjwendiyên gelê Kurd bû, me ji bo rizgarkirina hemû gelên herêmê şer kiriye. Li gel ku ev tên zanîn, hêzên ku me bi hevre tekoşîn û berxwedaniyên ku hatine kirin, ev şahidin. Ev îdîayan Tirkiyeyê wek hincet nîşan kirin,  êrîşekî bêbext û li ser esasê berjwendiyan li dijî gelê herêmê destpê kir. Ji aliyekî din ve jî Tirkiyê bi hincetên cûda ku tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîne wek tehdîtʺVaye terorist di ser me re derbasî Ewrupa dibin, eger  hûn wisan nekin dê terorist hemû werin ser we,  koçber wê hemû werin ser weʺ li dijî Yekîtiya Ewrupa bi kar anî  û di rastiyê de îro êrîşa li ser Efrînê ev nakokî hîn kurtir kir.

Ji bo êrîşên xwe yên li ser herêmê xurtir û rewa  bike, heta hevkariyê ji wan bigre, nebe jî bêdengiyê. Ku wekî niha li Efrînê hîna jî komkujiyan berdewam dike, ku van hêzan xwe bêdeng dike û hinekan jî hevkariya Tirkiyeyê kir. Ku îro bi sedhezaran gelê me ji herêmê derxistin, di bin navê ku herêmê  teroristan rizgar dike, gel ji teroristan rizgar dike,  di rastiyê de gelê herêmê ji axa wî derxist  tu eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Niha gelê herêmê koçber kirine.

*Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn demên êrîşên xwe hildibijêre, di roja êrîşa li ser navenda fermandariya we û salvegera 103 a qirkirina Erman li bajarê Sêfo ku dagirkeriya Osmanî pêk anî  rastî hev hatin, gelo girêdan çi ye?

Dîroka dewleta Tirk bi qirkirin, komkujî û dagirkirinê tijî ye. Ji ber ku di vî aliyî de pir bi tecrûbe ye, vana pir bi plan pêk tîne. Dizane ku di kîjan rojê de kîjan gavê biavêje, kîjan rojê çi bike, li gorî vê wext diyarkirin, heta rêbazê ku bi serde tê dewletek pir bi tecrûbe ye. Êrîşa li Qereçox jî bêbext, li welatekî din wekî ku pir meşrû êrîş dike. Di roja êrîşa li ser Qereçox û salvegera komkujiya Ermenan  helbet ne tesedûf e. Em vê bi rastiya dagirkeriya Tirk ve didin girêdan. Li gel ku saziyên kesên sivîl jî têde bûn bi awayek pir bi hovane êrîş kir. Li hemberî Ermeniyan jî bi milyonan mirov koçber kirin, tune kirin, îro pir hejmarek kêm ser rûyê erdê hiştin. Hîn jî vê qirkirinê qebûl nakin. Li Qereçox jî cihên ku rastî têde nemîne ser ruyê erdê. Hesab û plan li gorî vê hatin kirin, ji bo li vir carek din jiyan nebe êrîş kir. Bi tonan top avêt û her der şewitandin. Ev hovîtî kîn û nefreta heyî bû. Ne cara yekem e, li hemberî Kurdan, Ermeniyan kirin. Niha jî ji derveyî sînorên xwe kirin li ser Sûriyê û Iraqê êrîş kirin. Çi dibe bila bibe em vê dibînin ku em li ser rêyek heqin û em ê tekoşîna xwe berdwam bikin. Ya zor me li ber çavê cîhanê li hember hêzek ku li hemberî berdewamiya El- Qaide  DAIŞ’ê me tekoşîn dayî meşandin. Dewleta Tirk bi îdîayên ne rast û cûda cûda, hêzên cîhanê ji vê re bêdeng mayîn yan jî hevkarî kirin e.

*Gelo êrîşên li ser Qereçox destpêka dagirkeriya Tirk ji axa Bakurê Sûriyê û taybet Efrînê bû?

Ji xwe êrîşên dewleta Tirk tu car nesekinîn li Rojava. Ji dema me rejîm, Cebhet El-Nusra, Ehrar El- Şam û hêzên din, ji vir derxist û şunde û dema ku me herêm gav bi gav rizgar kir hertim êrîş dikir. Ya herî mezin jî Qereqox bû. Ji dema ber bi dawîbûna DAIŞ’ê ve şerê li hember Rojava hatiye destpêkirin. Çima pêşiya niha êrîş tune bûn, dema herêm ji DAIŞ û van hêzan hat rizgarkirin êrîş jî hatin destpêkirin. Bi êrîşa Qereçox re izin û erêkirin ji hêzên navnetewî girtin ku tu kes deng dernaxe. Dewleta Tirk ji vê hêz girt. Li Qereçox bi hêza hewayî tecrûbe kir, Efrîn jî bi bejayî kir. Ev şer destpêkê bi rêya çeteyan kir, êdî nekarî bi rêya van bike. Ji xwe çeteyên ku ji Tirkiye yê jî tên îtraf dikin. Herî dawî artêşê biryara bi xwe êrîş bike da. Êdî bi Efrînê dagirkirina Rojava da destpêkirin. Eger erêkirina êrîşa Qereçox ji aliyên navnetewî ve nehatiba pejirandin, dê nekariban êrîşî Efrînê jî bikin.

* Bidagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve aloziya Sûriyê her ku diçe kûrtir dibe, bi nêrîna we berê şerê Sûriyê bi kur ve diçe di demeke ku êdî hêzên navneteweyî li Sûriyê têne bermaberî hev?

Îro şerê cîhanê yê Sêyemîn li ser vê axê tê maşandin. Herku dice ev zelaltir û berfireh û dijwartir dibe. Herkesî digot bi tûnekirina DAIŞ’ê ve dê herêm berbi aramiyê ve biçe. Digotin dê êdî teref bi hevre rûnin û li hev bikin. Lê mixabin bi êrîşa Efrînê re, ji xwe dewleta Tirk ne bi tenê kir. Cihek herî ku koçber ji derve de girtî ku wek tê gotin koçber bûyîn çênebibû. Ji ber Efrîn cihekî herî bi ewle dihat naskirin. Ji cihên wek Idlib, Dêrazor û Himsê gelek cihên din koçber hatibûn Efrînê. Komên çete bi serkêşiya  dewleta Tirk  şer zêdetir tevlîhev kir û şer zêdetir kir. Heta cihên ku nakokî têde neyî nakokî hîn xurttir kirin. Yek ji van nakokiya Kurd û Ereb bûn ku êdî şovenizma ereban geş dikin. Dewleta Tirk di vê milî de pir bi tecrûbe ye. Di bin navê mesheban de nakokî geş kirin. Ji ber dewletên dagirker dikarin xwe bi vê bidin meşandin. Hêzên cîhanî sînorên ku hatine danîn ji aliyê gelan ve jî nayê pejirandn. Sinor bên guherîn. Her hêzek jî dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne. Piştî xilaskirina DAIŞ’ê pêvajoyek tevlîhevtir û şer zêdetir dan destpêkirin. Êdî dê bi rêbazên leşkerî yan siyasî dê demên pêş de diyar bibe. Ev rewşa heyî ne hêzên navnetewî û ne jî gelên herêmê dagirkerî û parçebûnê nayê pejirandin. Lewma dê şer berdewam bike. Gelê herêmê dikarin bi xwe çareser bikin, lê hêzên navnetewî jiber berjewendiyên xwe belaya xwe ji gelan venakin. Ev projeya Rojava dikare ji gelan re pêk bê. Ji ber gel dijminiya hev nakin. Gel dixwazin bi hev re jiyan bikin. Eger çareseriya ku dihizirin em têde nebin jî piştî van berdelan dê wek destpêkê neyê pejirandin. Hemû pêkhate û jiyana demokratîk hemû kes xwe têde dibîne, cara yekeme mafê xwe dibîne. Bi taybet jin êdî dê projeyek pêşerojê jî ser vê esasê çêbibe. Heta em jî îradeya xwe û mafê xwe nestînin û dê ev şer berdewam bike.ʺ

Back to top button