Arşîv

Komxebata Jinên Kurd a Ewropa hat lidarxistin

Li Hollandayê Komxebata Jinên Kurd a Ewropayê destpê kir.

Jinên Kurd di warê yekîtiya neteweyî de xebatên girîng dikin. Jinên Kurd ên ku li Hollandayê hatin ba hev, Komxebata Jinên Kurd a Ewrûpayê lidarxistin.

Komxebat îro piştî nîvro destpê kir. Jinên nûner ên TJK-E, KEJAR, YNK, Goran, Komala,Yekgirtû û PDK’yî, jinên Yaresan û Feylî, TAJÊ, CÎK, PYD, Kongra Star, Endamên Jin ên KNK’ê, saziyên jinan ên Kurdistanî, akademîsyen û parlementer jî tê de nêzî 130 jin tevlî bûn.

Li ser navê platformê Quwesta Dawûdî axaftina destpêkê kir û piştre siyasetmedara jin a Kurd Sakîne Karakoçan axivî.  Karakoçan got ku, “Di vê pêvajoyê de Kurdistan hatiye dagirkirin û pêkhatina vê kongreyê gelekî girîng e.” Karakoçan bal kişand ser êrîşa li ser bedena gerîlaya YJA-Starê Ekîn Wan û got, “Dema ku êrîşî bedena heval Ekîn kirin, em bêdeng man. Leşkerên Tirk berê êrîşî bedena hevala me kir û piştre jî êrîşî Efrînê kir. Ji bedena me ditirsin. Bi sedan jinên berxweder ên wekî Leyla Qasim, Viyan Soran, Şîlan Kobanê, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan hene. Divê jinên Kurd vê berxwedanê bikin mîrat û têkoşînê geştir bikin. Ji ber vê jî divê jinên Kurd yekîtiya xwe saz bikin û ji bo yekîtiya neteweyî bixebitin.”

Komxebata Jinên Kurd ên li Ewropayê bi nîşandana sînevîzyon û nîqaşan domiya.

Civîna ku îro saet di 18.00’an de bi dawî bû ew ê sibê jî bidome.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27