Arşîv

2’yemîn Kongra PYD’ê Ya Eyaleta Til Temir Hat Lidar Xistin

2’yemîn Kongra PYD’ê ya Eyaleta Til Temir di bin dirûşmeya “Ji Rojavaya azad ber bi Sûriye Federal û Demokratîk” bi tevlîbûna 250 delegeyan pêk hat. Di kongreyê de Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah got: “Li hember kiryarên dewleta tirk divê gelê me xwedî helwestek hevbeş be..”

2’yemîn Kongra PYD’ê ya Eyaleta Til Temir bi tevlîbûna 250’î delegeyan li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna Hevserokên PYD’ê Asya Abdullah û Salih Muslim, Nûnerên Kongra Star, TEV-DEM, Partî û Rêxistinên Kurd û Yekîtiya Rewşenbîran pêk hat. Di kongreyê de Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah axivî. Asyayê diyar kir ku li tevahî Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyeyê trajediyên mezin hatine jiyîn û wiha got: “Bi hezaran welatî ji ber şerê giran neçarî koçberiyê bûn. Aloziya li heremê girantir dibe. Li hember mudaxeleya dewleta tirk û dagirkiriya axa bakûrê Sûriyeyê divê asta têkoşînê bê bilindkirin.”

Asyayê da zanîn ku modela ku li Rojava û bakûrê Sûriyeyê bi jiyanî dibe pergala Federaliya Demokratîke û wiha pêde çû: “Kîjan hêz destûr dide dewleta Tirkiyeyê mudaxeleyê Sûriyeyê bike û tevlî civînan bibe. Li hember kiryarên dewleta tirk divê gelê me xwedî helwestek hevbeş be. Dewleta tirk bi destê xwe gora xwe dikole.”

Piştre Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim jî bi zimanê erebî axaftinek kir û da zanîn ku divê gelê Sûriyeyê ji bo her cure êrîş xwe amede bike û parastina xwe bike. Salîh her wiha destnîşan kir ku li hember her cure êrîş divê gel li dora pergala ferderal li hev bicivin û wiha got: “Êdî gelê Sûriyeyê bûye mînaka jiyana hevbeş ya Rojhilata Navîn.”

Rêveberiya TEV-DEM’ê Mihemed Saîd Şêxmûs jî got: “Em 2’mîn kongreya xwe di pêvajoyek hesas de pêk tînin. Gelê ku îro bi xwîna xwe axa vî welatî parastiye hêzên tarî  dixwazin ku pêşeroja wan li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Lê gelê me di wê baweriyê de ye ku ti hêz nikare îradeya wan têk bibe.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Çinar Salih jî bilêv kir ku Rojava û bakûrê Sûriyeyê di pêşketinên mezin de derbas dibe û wiha axivî: “Navenda pay

texta DAÎŞ’ê Reqa îro tê hilweşandin û jiyaneke azad û hevbeş tê avakirin.”

Her wiha Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir jî destnîşan kir ku ew bi serkeftina PYD’ê rista dayîna jin dibînin û domand: “Ji ber ku jin îro dî nav vê pergalê de mafê xwe dîtiye. Em di dawiyê de jî lidarxistina Kongre li hemû endam û rêveberiyên PYD’ê pîroz dikin.”

Rêvebertiya Partiya Aşûriyan ya Demokratîk Waêl Mîrza jî wiha axivî: “Wek partî xeta sêyemîn me ji xwe re hilbijart. Ji ber ku baweriya me bi vê xeta sêyemîn heye. Lîstikên ku li ser Sûriyeyê tên kirin em ê tu car nepejrînin. Îro em gelê Sûriyeyê  dibin Pergala Federal de nasnameya xwe îfade dikin. Divê ku gelê bakûrê Sûriyê li federaliyê xwedî derkevin. Divê ku em li rewşa Rêberê gelê kurd xwedî derkevin.”

Di dawiyê kongreyê de piştî hilbijartina rêveberiyê, 10 endamên meclîsa PYD’ê ku ji wan 4 jinin hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

R.T/S.K

Back to top button