Arşîv

Kongreya Star a Efrînê banga “Ji bo rizgarkirina jinên Efrînê serî hildin” kir

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê bêdengiya raya giştî ya li hemberî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin û bang li jinên cîhanê kirin ku bila ji bo jinên Efrînê serî hilindin.

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrîn bi dirûşemeya “Jin ji bo Efrînê serî hildin” li kampa “Serdem” ya li gundê Sosîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kombûneke organîze kir. Kombûn bi amranca şermezarkirina kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên derheqê jinên Efrînê û bêdengiya li hemberî van kiryaran bi amadebûna bi sedan jinên Efrînî û yên Şehbayê hate lidarxistin.

Jinan, pankartên bi nivîsên ” Ji tundiya li ser jinê na, ji destdirêjiya li ser jinên Efrînî re na, jin li Efrînê têne tecawizkirin û jinên cîhanê ji bo rizgarkirina jinên Efrînê serî hildin” vekiribûn.

Di kombûnê de, daxuyanî ji aliyê enbdama Rêveber a Kongreya Star Hêvîn Silêman ve hate xwedin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Buyerên ku li Efrînê rû didin, ne tiştekî nû ye, ji ber ku dîroka komlpoyên navdewletî yên li dijî Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybetî li dijî gelê Kurd xwe dûbare dikin. Êrîşên faşîmza Tirk ên li ser gelê Efrînê bi armanca asîmîlekirina gelê Kurd delîlê vê yekê ye.

Bi navê dewleta Tirk şerê gelê Kurd kirin. Lê li pey vî şerî  dewletên cîhanî li dijî gelê Efrînê pîlan kirin. Tirkiyê demografiya herêmê diguhere, gelê Efrînê koçber dike û niştecihên ji Xûtayê li şûna wan bi cih dikin. Wekî tê zanîn, Efrîn ji destpêka aloziya Sûriyê koçberên ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyê yên ji ber hovîtiya terorîstan mîna DAIŞ û hwd hembêz kir.

Berxwedana gel, di serî de berxwedana jinên Efrînê pîlanên komplogeran vala derxist. Ji ber ku ku bingha şoreşa Rojava ye û şoreşa Rojava şoreşa jin e, li ser vê yekê dijmin di serî de jin kir hedefa xwe. Şehadeta Barîn Kobanê delîlê vê rastiyê ye. Niha jî jin têne tecawizkirin, heqaretkirin, rûmeta wê tê binpêkirin, çande ne ya wê li ser wê tê ferizkirin. Demografiya Efrînê didin guheretin û şêniyên wê neçar dikin ku mal û milkên xwe bifroşin. Kiriyarên bi vî rengî beriya niha li dijî jinên Şengalê û Şehayê jî hatî kirin.

Nina kiryarên wan ên qirêj ên li dijî jinên Efrînê dûbare dibin, lê berxwedana jin pîlanên wan têk bir. Mînakên vê yekê, Berxwedana Şehîd Avêsta Xabûr û gelek şehîdên din ên ku bi teredud li ber xwe dan da ku nelêlin Tirkiyê derbasî Efrîn bibin. Madem bi sedan jinên Efrînê şopdarên xeta Avêsta û Barîn in wê dagirkeriya Tirkiyê ne rihet be

Gelê Efrînê li Şehbayê xwe bi rêxistin kirine. Madem îradeyeke ji polat heye Efrîn wê bi serkeve, ji ber ku xeta Rêber Abdullah Ocalan tê meşadin.

Wekî Kongreya Star bêdengiya li hemberî kiryarên destdirêjiya li ser jinên Efrînê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bang li jinên cîhanê dikin ku ji bo rizgarkirina jinên Efrînî serî hildin.”

Back to top button