Arşîv

Mala jin a Eyn Îsa bi sedan doz çareser kirin

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin a navçeya Eyn Îsa ji dema hatiye damezrandin ve bi sedan doz û pirsgirêkên jinan çareser kirin.

Komîteya Lihevkanîn a Mala Jin a navçeya Eyn Îsa di gulana 2017’an de hate avakirin û ji wê demê ve hewl dide hemû doz û pirsgirêkên jinan û civakê çareser bike.

Komîte ji 3 endamên Mala Jin ku di dozên civakî û malbatan de pispor in pêk tê

Komîte ji dema hatiye damezrandin ve bûye meqseda jinên herêmê. Komîteyê heta niha 272 doz wergirtine û ji van dozan 251 çareser kirin û 21 dozên din jî hewaleyî aliyên dadwer kirin da ku bêne çareserkirin.

Endamên Komîteyê diyar kirin ku piraniya doz û pirsgirêkên ji wan re hatine girêdayî “gengeşeyên malbatê, berdan, mîras, xwedîkirina zarokan û hin dozên din in.”

Girêdayî mijarê Endama Mala Jin Xewla Ebdilcebar got ku ew weke komîteya Lihevanînê hemû dozen ji wan re tên di navbera herdu aliyên gengeşeyê de bi dildarî û razîbûn çareser dikin.

Xewla got ku ew di çareserkirina pirsgirêkan de edet û taybetmendiyên civakî yên herêmê di ber çavan re derbas dikin. Xewla di derbarê dozen ji dadweriyê re şandine de wiha got: “piraniya van dozên hatine şandin girêdayî tundiya li dijî jinan e.”

Back to top button