Arşîv

Dayikên Aşîtiyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Dayikên Aşîtiyê li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûna xwe anîn ziman û got, “Divê tevahî cîhan û rêxistinên mirovahiyê peyva rastiyê bêjin.”

Li hemberî kiryarên hikûmeta AKP‘ê yên girêdayî girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn didome.

Dayikên Aşîtiyê yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku fikirê Ocalan kilîta çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Dayika Wîdad Naso di destpêka axaftina xwe de komploya navdewletî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, “Çima komplo li dijî rêberê me hatî kirin?, ji ber ku gotina heqiyê digot û mafê hemû gelan diparast!. Xuda di ti ayetê de nêzîkatiyên ne di cih li hemberî girtîgehan behs nekiriye.

Wîdad got, “Çi dibe bila bibe em ji daxwazên xwe gav paş de navêjin, ev doza me ye, ev rêberê me ye, em tekez dikin ku em ê bi serkevin.”

Dayika Sebah Xelîl jî anî ziman, “Em wekheviyê û mafê xwe dixwazin, ma çi şaştî di vir de heye!, Rêber Abdullah Ocalan bi fikirê xwe riya me ronî kir, em ê jî ji bo pêkanîna ramanê wî berdelên giranbuha bidin.”

Sebah Xelîl di berdewama axaftina xwe de anî got ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye û wiha bi lêv kir, “Bila hikûmeta faşîzm a Tirkiyê bizanibe ku rêvebertî ne bi tenê ye, hemû gel xwedî li ramanê wî derdikeve. Tênê fikirê Ocalan dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. Kilîta çareseriyê di destê Ocalan de ye.”

Sebah Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Çi bibe wê Rêbertî azad dibe.”

Dayika Wehîde Ibrahîm jî got, “Em aşîtiyê dixwazin, lê AKP‘ê vêya naxwaze. Girtîna Ocalan tê wateya girtina tevahî gelan. Gereke tevahî cîhan û rêxistinên mirovî peyva rastiyê bêjin û dawî li vê trajîdiyayê bînin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27