Arşîv

Divê Heftê Carekê Masî Bê Xwarin

Di encamê lêkolînek yê jinên Swêdê de hat diyarkirin ku heftê carek masî xwarin, betalbûna zîhnî ji holê radike, beden bi hêz dike û ji bo nexweşiyên movik dibe derman.

Di nivîsek a Kovara “Annals of the Rheumatic Diseases”ê de nûçeyek a ku balê mirov dikêşe hat weşandin. Li gor agahiya kovarê xwarinên ku têde Omega-3 hene dil û mêjî diparêze û nahêle ku di bedena mirov de enfeksiyon çêbibe. Li Swêdê 32 hezar jin beşdarî lêkolînekê bûn û lêkolînê 10 salan dom kiriye. Di encamê lêkolînê de hat dîtin ku kesên di heftê de carekê masiyên ringayê, zîperdasiyê, somonê, masiyê deqsor an jî orkînosê dixwin rêjeya kêma movikan ji sedî 34 kêm dibe. Kesên ku di hefteyê de carekê an jî zêde masiyan dixwin, ji sedî 50 zêdetir ji xetera kêma movikan tênê parastin.

Her wiha hat diyar kirin ku xwarina masiyan, pêşiyê felcê û nexweşiyê dil jî digre. Sûdên xwarina masiyan ji bo hestiyan, nexweşiyê şekir, tehlûkeyê astimê kêm dike û her wiha betalbûna zîhnî ji holê radike.

 

Back to top button