Arşîv

Fatma Lekto: Ji bo aştî û aramiyê dengê xwe bidin HDP’ê

 Endama Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kobanê Fatma Lekto da zanîn ku ji bo demokrasî, aramî û wekheviyâ Bakurê Kurdistanê û tevahî Tirkiyeyê divê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de HDP bi ser bikeve û got:”Ji bo zîhniyeta hov a ku êrîşî Efrînê kir têk biçe divê HDP biçe meclîsê.”
Endama Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kobanê Fatma Lekto bi lêv kir ku ji bo asta zilmê li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê û di heman demê li heman Rojhilata navîn, bilind nebe divê pergalek siyasî ya wekî HDP’ê ku wekheviya gelan diparêze bi ser bikeve.
Fatma Lekto diyar kir ku gelê Kurd her dem bi pêkûtiyên mezin rû bi rû mane û got:”Gelê Kurd li ser her çar parçeyên Kurdistanê li dijî her zilm û zordestiyê rû bi rû mane. Herî dawî dewleta tirk êrîşî gelê Efrînê û nirxên wan kir. Êrîşa dewleta tirk a li ser Efrînê bandorê li ser hemû Rojhilata Navîn dike. Loma divê hemû dilê gelê Rojhilata Navîn bi HDP’ê û gelê Kurd re be.”
‘Erdogan bi taybet êrîşî zarok û jinan dike’
Fatmayê da zanîn ku divê gelê Tirkiyeyê hişyar bibe û wiha dewam kir:”Erdogan her dem êrîşî gelê li Tirkiyeyê hemûyan kiriye û heta niha tiştek ji bo wan nekiriye. Loma divê gelê li Tirkiyeyê êdî li xwe mikur bên û tercîhek rast bikin ku êdî rûyê aştiyê û aramiyê bibînin. Bila êdî bes zilm li jin û zarokan bê kirin. Çimkî Erdogan bi taybet êrîşî jin û zarokan dike.”
‘Li ser navê ola mislimantiyê êrîşî gelê Kurd dike’
Fatmayê diyar kir ku Îktidara AKP’ê ev 16 sal in ku di bin navê ola mislimantiyê de êrîşî gelê Kurd dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Erdogan ji ber ku olê bi kar tinê ku bigihêje armancên xwe yên tenê ji bo kesayeta wî, heta niha gelek caran komkujî bi ser gelê Kurd pêk aniye û bi olê xwestiye ku ser van komkujina bigire. Ger li tevahî Tirkiyeyê Erdogan bi ser bikeve dê ev yek rê li gelek komkujî û tundiyên din, veke. Ji ber ku Erdogan xwedî zîhniyetek dîktator e loma ew ê tu carî nikaribe aramî û aştiyê bîne. Loma em bang li hemû gelê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin ku hêza xwe bikin yek û li dijî pergala yekzilam têbikoşin. Ji bo aştî û aramiyê dengên xwe bidin HDP’ê.”
Back to top button