Arşîv

keda jinên Dêrikê yên afirîner

 Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek saziyên aboriyê û qadên jiyanê yên ji bo pêşketina jinê û civakê hatin avakirin. Yek ji van qadan sûka jinê ya Dêrika girêdayî Kantona Qamişloyê ye. Jinên ku li sûkê dixebitin tînin ziman ku bi saya sûka jinê hem afirîneriya xwe pêş dixin hem jî di warê aboriyê de li ser piyan dimînin.
Li Rojavayê Kurdistanê her roj serkeftinên dîrokê tên bidestxistin û di milê civakî, siyasî, leşkerî, aborî de pêşketinên ber bi çav çê dibin. Jinên Rojavayê Kurdistanê di her qadên jiyanê de cihên  xwe digirin û xwe pêş dixin. Jinên ku bi rengekî xweser li sûka jinan a bi navê Pepole ya Dêrika Kantona Cizîrê dixebitin û xwe pêş dixin tînin ziman ku ew hez dikin ku heta dawî bi keda xwe li ser piyên xwe bisekinin.
Li Sûka ku ji 21 firoşgehan pêk tê û 18 jin lê bazirganiyê dikin, gel bi awayekî kêfxweşî dan û sitendina xwe dikin û jin jî hem ji alî moral hem jî ji aliyê aboriyê li ser piyan disekinin. Jina bi navê Felek Îbo ku li sûka jinê dixebite diyar kir ku ev proje ji bo jinan siûdek mezin e û got:”Em wekî jin li vê sûkê hem xizmeta gelê xwe dikin û di heman demê de jî em li ser piyên xwe disekinin. Em wekî jin li vir piştgiriyê didin hev û li ser piyên xwe disekinin. Divê hemû jinên cîhanê her dem piştgiriyê bidin hevdu ku neçewisin.”
‘Em li vê sûkê jiyanek wekhev dijîn’
Behiya Remedan anî ziman ku ew hemû jinên ku li sûka jinê dixebitin cudatiyê naxin navbera hev, li sûkê jiyanek wekhev dijîn û got:”Em li sûke bi hezkirinek mezin û nêzikatiyek wekhev bi hev re dixebitin. Dema ku jin li derekê kom dibin li wir jiyanek wekhev tê avakirin. Loma em li vir jî jiyanek wekhev ava dikin ku em ji civakê re bibin mînak. Em ê heta dawî wiha tev bigerin.”
‘Divê hemû jin hewl bidin ku di warê aboriyê de li ser piyan bisekinin’
Heyifa Ebdil Hemîd diyar kir ku ew li sûka jinê bi kêfxweşî dixebitin û got:”Em li vir wekî jin ji derûnî û ji rewşa hev fam dikin û em piştgiriyê didin hevdu. Loma ev sûk ji bo aborî, jiyanek hevpar siûdek mezin e. Ez serkeftinê ji hemû jinên kedkar re dixwazin û ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo di warê aboriyê de li ser piyan bisekinin, bixebitin. Divê hemû jin hewl bidin ku di warê aboriyê de li ser piyan bisekinin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27