Arşîv

‘Parastina çand û dîrokê parastina hafizaya civakî ye’

Endama Desteya Turîzmê û Parastina Şûnwaran a Hesekê Rena Esead bal kişand ser çand, huner, ziman û dîroka Gelê Kurd û êrîşên li ser nirxên pîroz û got:” Divê ji bo nasname û têkoşînek mayinde em xwedî li nirxên xwe yên giranbiha derkevin. Çimkî parastina çand û dîrokê parastina hafizaya civakî ye.”
Endama Desteya Turîzmê û Parastina Şûnwaran a Hesekê Rena Esead diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşên tund li ser çand, huner, ziman û dîroka Gelê Kurd hene û anî ziman ku divê gelê Kurd bibin yek û rê nedin pişavtina ku tê xwestin li ser Gelê Kurd bê kirin.
Rena Esead da zanîn ku yên mirovan ji pişavtinê xelas dike nirxên wan ên pîroz in  û ev nirx jî çand, huner, ziman û dîrok in û got:”Li Efrînê dewleta tirk û çeteyên OSO’yê êrîşî cihên dîrokî kirin ku pişavtina li ser Gelê Kurd pêk were. Ev ne tenê li Efrînê li çar aliyê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk tê kirin ku Gelê Kurd ji çanda xwe ya kevnar û ji nasnameya xwe dûr bikeve. Ji bo vê yekê jî komên çete yên wekî OSO û DAÎŞ’ê bi kar tînin. DAÎŞ a ku li Kobanê êrîşî nirxên gelê Kurd kir niha di bin qilifê OSO’yê de dîsa êrîşî nirxên pîroz ên gelê Kurd dike. Divê em destûrê nedin vê yekê ku em ji nasnameya xwe dûr nekevin.”
‘Divê em li dijî hemû lîstikan hişyar bin’
Renayê da zanîn ku êrîşên li ser nirxên gelê Kurd li pêş çavên cîhanê tê kirin û got:”Divê em dîroka xwe û neyarên xwe nas bikin ku em bizanibin em ê çawa tev bigerin. Heger em nizanibin neyar dê bi çi şêwazê êrîşî me bike wê demê em ê nikaribin xwe biparêzin. Lê rêya parastinê jê yek ew e ku em xwedî li ziman, çand, huner û dîroka xwe derkevin. Divê em li nirxên xwe yên pîroz xwedî derkevin û li dijî hemû lîstikan em hişyar bin.”
‘Em xebatên xwe didomînin’
Renayê bi lêv kir ku ji bo çand, ziman, huner û dîroka wan winda nebin ew dixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Rojavayê Kurdistanê ji warê dîrokê de gelek dewlemend e. Tenê li Herêma Cizîrê dora 1043 cihên dîrokî hene. Em meclîsên komînan ava dikin ku ji bo gel di warê nirxên xwe yên pîroz de bibin xwedî agahî. Ji bo gelê me ji ziman, çand, huner û dîroka xwe haydar be niha em hewl didin ku semîner, civîn û perwerdeyan çê bikin. Her wiha komîteyek me ya şopandinê jî heye ku li her bajarî parastina çand, ziman, huner û dîroka xwe bikin. Ez bang li gelê Kurd dikim ku xwedî li ziman, çand, huner û dîroka xwe derkevin.”
Back to top button