Arşîv

‘Dê serkeftin a HDP’ê be’

 Derbarê hilbijartina pêşwext a wê di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk were jinên Qamişloyê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:”Tifaqa AKP û MHP’ê ji bo  berjewendiyên xwe yên kesayetî hilbijartina pêşwext anîn rojevê. Lê di vê hilbijartinê de dê serkeftin a HDP’ê be.”
Derbarê hilbijartina pêşwext a wê di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk were jinên Qamişloyê anîn ziman ku dê hilbijartinên 24’ê Hezîranê yê li Tirkiyeyê di nav aloziya aborî, siyasî û dîplomasiyê de pêk were û gotin:”Tevî hemû zext û gefan dê HDP’ê bendavê derbas bike û nehêle ku temenê rejîma yekperest a Erdogan dirêj bibe.”
‘Pêdivî ji guhertinê heye’
Endama Rêveberiya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Gulîstan Elî diyar kir ku divê li Tirkiyeyê guhertinên mezin pêk werin û got:”Gelê li Tirkiyeyê dijîn di nav rewşek û aloziyek gelek xirab de ye. Ev ji bo hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn derbasdar e. Binpêkirina mafên mirovan gihaştiye asta herî dawî û Erdogan ên ku fikir û ramanên wî neparêzin jî bi girtin, binçavkirin, kuştin û îşkenceyê tê cezakirin. Divê demildest ev pergal bê guhertin. Ev yek jî dê bi destên hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijî pêk were. Divê bi taybet gelê Kurd ji bo Erdogan têk biçe berxwe bide. Çimkî îro Selahattin Demirtaş ê ku îradeya bi milyonan gelê Kurd temsîl dike îro di nava çar dîwaran de hatiye hepskirin. Divê em mînakên bi vî rengî bînin ber çavan û li ser her çar parçeyên Kurdistanê berxwe bidin. “
‘Divê hemû Kurd bibin yek’
Her wiha Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava Evîn Yûsif anî ziman ku biryara hilbijartina pêşwext têkçûyina AKP’ê dide nîşandan û got:”Erdogan heta niha tenê polîtikaya şer meşandiye, ji xeynî vê yekê tiştekî baş nekiriye. Biryara hilbijartina pêşwext jî dide nîşandan ku lîstik dê bê lîstin. Lê divê Gelê Kurd destûrê nedin van lîstikan. Divê gelê Kurd hemû bibin yek û li dijî zilma Erdogan derkevin.
Her wiha Hevseroka Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm anî ziman ku Erdogan dizane dawiya wî hatiye û  got:”Ji ber krîza aborî, siyasî AKP û MHP’ê biryara hilbijartina pêşwext girt. Ev hilbijartina ji bo siberoja Gelê Kurd gelek girîng e. Ji ber ku Erdogan vê yekê dizane loma li Pirsûsê êrîşî HDP’yan kirin û bû sedema kuştina wan. Ji bo siberojek azad, demokratîk û serbixwe divê Erdogan têk biçe û HDP bi ser bikeve.”

 

Back to top button