Arşîv

Kongra Star li Başûr hevdîtinan dike

Şandeya Kongreya Star di çarçoveya Pêngava “Jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin” serdana sazî û buroyên jinan ên Başûrê Kurdistanê dike.

Şandeya Kongreya Star ji endama Komîteya Perwerdê Rîhan Qalo, endama Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star a Kantona Efrînê Fatima Lekto û endama Buroya Jin a PYD’ê Zehra Aldar pêk dihat li Silêmanî bi parlamanterên herêma Kurdistanê, endamên Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û nûnera Tevgera Azadî a Kurdistanê di nav de parlamantera tevgerê Yisra Receb re hevdîtin pêk anîn.

Di nîqaşan de, behsa girîngiya destwerdana rêxistinên jinan, hiqûqî û siyasî ji bo rawestandina  binpêkirinên derheqê jinan bi taybetî jinên Efrînê hate kirin.

Şandeyê her wiha bi nûnerê Yekîtiya Jinên Kurdistanê re civiya. Li virî jî rewşa jin li Rojava, nemaze, rewşa jinên li Efrînê ku rastî ne heqiyê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve têne û rewşa jinên li Şehbayê û zehmetiyên ku dikişînin hatin nîqaşkirin.

Back to top button