Arşîv

Kongreya Star.. şêwr û çareseriyên nakokiyên civakî

Piştî ku Kongreya Star di 19’ê Îlona 2015’an de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate damezirandin, gelek pirsgirêkên jinan çareser kirin. Her wiha gelek pirsgirêkên girêdayî civakê li gorî berjewendiya jinan çareser kirin. Keda endamên Kongreya Star û Navenda Weqfa Jinan berhemdar bû. Gelo Kongreya Star pirsgirêkên civak û jinan çawa çareser kirin?

Di encama rewşên şer li bajarê Helebê û ji ber kevneşopiya paşverûtî ya civakê ku li ser jinan hatibû ferzkirin, jinên taxa Şêxmeqsûd di rewşeke dijwar re derbas bûn. Kongreya Star karibû ji jinan re bibe pişt û gelek pirsgirêkên wan ên civakî çareser kirin û piştgiriya pêşxistina hişmendiya jinan kir da ku karibin nakokî û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Hin pirsgirêkên civakî yên rastî jinan hatine

Welatiya bi navê Henîfe Elî (30) piştî ku hevserê wê mir bi her sê zarokên xwe re rastî pirsgirêkên civakî hat. Henîfe bû qurbaniya kevneşopiya paşverûtî ya civakî ku rê li pêşiya wê digire da ku nikaribe li hemberî dijwariyên jiyanê derkeve. Ev pirsgirêka Henîfeyê bêtirî salekê dom kir. Lê Henîfe di serdana xwe ya navenda Kongreya Star de çirûskeke hêviyê li pêşiya xwe dît.

Henîfe Elî çîroka xwe wiha vegot: “Piştî ku hevserê min mir, ji ber danûstandinên malbata min û malbata hevserê min, min demeke dijwar bi zarokên xwe re derbas kir. Her du aliyan ji min xwest ku ez careke din bizewicim, lê helwesta min cuda bû, min xwest ez bi zarokên xwe re bimînin û ji hevserê xwe re dilsoz bim.”

Henîfe Elî gelek caran bê çare dima û di encamê de berê xwe da navenda Kongreya Star û şêwira wan ji bo pirsgirêka xwe xwest. Endamên kongreyê jî xwest alîkariya wê di çareserkirina pirsgirêka wê de bikin û xaniyek ji Henîfe û zarokên wê re peyda kirin. Her wiha bi armanca ku bi rola xwe di civaka xwe de rabe di Komîna Şehîd Şîlan Kobanê de hate erkdarkirin.

Henîfe got ku bi alîkariya endamên Kongreya Star hêviyên wê mezintir bûn û rê li pêşiya şerpezebûna malbata xwe girt. Henîfe niha debara malbata xwe dike û hersê zarokên xwe xwedî dike.

Welatiya bi navê Ebîr Mehmîko ya 27 salî dayika zarokekê ye, piştî ku bavê û hevserê wê mirin hêviyên wê di jiyanê de lawaz bûn û rastî gelek pirsgirêkên darayî hat. Ebîr diyar kir ku ew gelek caran neçar maye cilên xwe bifiroşe da ku pêdiviyên zarokên xwe peyda bike, nemaze malbata hevserê wê ew qewitand û alîkariya wê nekir.

Ebîr ji bo pirsgirêka xwe çareser bike serdana Mala Jinan a taxa Şêxmeqsûd kir û beşdarî gelek perwerdeyên pêşxistina hişmendiyê bû. Piştî van perwerdeyan Ebîr diyar kir ku êdî ew dikare pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û cihê xwe di endamtiya Navenda Weqfa Jinan de girt.

Ebîr Mehmîko destnîşan kir ku jinên xwe bi rêxistin kirine dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û danûstandina rewşên dijwar bikin.

Çareserkirina pirsgirêkan girêdayî pêşxistina hişmendiyê û birêxistinbûnê ye

Endama Rêveberiya Navenda Weqfa Jinan a taxa Şêxmeqsûd Pêrîşan Reşîd diyar kir ku nêrîna civakê li hemberî jinan tenê di hebûna wê ya li rex mêran sînordar e. Ev rewş bi awayekî berfireh di civakê de belav bûye û bandoreke neyînî li jiyana jinan kiriye.

Pêrîşan da zanîn ku mayîndina jinan bê perwerde û lawazbûna aboriya wê ya xweser sedema sereke ya pirsgirêkên wê di civakê de ye. Ji ber vê yekê divê aboriya xweser a jinan were pêşxistin û Kongreya Star bi armanca çareserkirina vê pirsgirêkê gelek proje pêşkêşî jinan kirin.

Pêrîşan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çareserkirina pirsgirêkan girêdayî pêşxistina hişmendiya jinan û birêxistinkirina wan e. Ji ber vê yekê em ê hewl bidin alîkariya jinan di hemû aliyan de bikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27