Arşîv

Jinên ciwan fêrî hemşîretiyê dibin

Bi armanca pêşxistina rola jin di xebatên tendrûstiyê Kongra Star ya Girê Spî dewreyek hemşîreyê ji jinên ciwanan re vekir.

Bi tevlîbûna 27 jinên ciwan ên temenên wan di navbera 18-25 salî de, îro Kongreya Star a Kantona Girê Spî dewreya hemşîreyê vekir .

Dewre li navenda Kongreya Star a Kantona Girê Spî ji demjimêr 09:00 sibeh heta 10:00 sibehê tê dayîn. Perwerde bi çavdêriya kadroya tendrûstî ya nexweşxaneya Niştîmanî bi awaykî teorî dest pê kir, wê heta mehekê jî bidome.

Piştî qedandina dersên teori dê perwerdeya pirtîkî li nexweşxaneya Niştimanî were dayîn.

Jina ciwan bi navê Rojda Elûş li ser dewre axivî û got :”îro bi saya kongreya Star dewre hat vekirin û ji ber ku ez ji karê hemşîreyê hezdikim û dixwazim alîkariya birîndan bikin, ez tevlî dewreyê bûm”.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27