Arşîv

Jinên herêma Minbicê aboriya xwe pêş dixînin

Jinên herêma Minbicê bi mebesta ku xwe di aliyê aboriya xweser de pêş bixînin bê navber dixebitin.

Jinên bajarê Minbicê bi xwe, aboriya xwe pêş dixînin û roj bi roj gavên nû ber bi geşkirina aboriya xweser ve di avêjin.

Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê 20’ê Mijdara 2017’an de Navenda Aboriya Jinan vekirin. Vekirina navendê bû destpêka gavavêtina ber bi aboriya xweser ve. Jina ji wê demê ve heta niha dikarîbûn di projeyan pêk bînin. Projeya xwaringeha taybet a jin

Navend di 6’ê Adara borî de xwaringeha “Buhar” vekir û ev proje yekemîn gav ji bo geşkirina aboriya jina Minbicê hatiye avêtin. Di xwaringehê de 4 jin yek jê rêveber kar dikin û xwarinên gelerî çêdikin.

Vekirina Medcene

Piştî derbasbûna 2 hefteyan ji vekirina xwaringeha jinê, navenda Aboriya Jinên Minbicê, medcenya mirîşkan di 23’ê Adar borî de vekir. Ev proje ji bo aboriya jinê pir girîng e. Her wiha medcene bi dehan derfetên kar ji bo jin û ciwanên herêmê peyda kir.

Karkera medcenê ya bi navê Eyşe Hec Mehmûd got,” Piştî ku ez û hevjînê xwe bê kar mabûn, bi vekirina vê projeyê em xebitîn û her yek ji me mehane 60 hezar lîre digire”.

Eyşe destnîşankir ku di medcenê de 4 hezar çêçik hene. Heta 40 rojan bi wan re mijîl dibin da ku piştre daxin bazarn û her wiha ji bo parastina tendrustiya çêlçikan ji nexweşiyan, bijîşkek beyterî çavdêriya medcenê dike.

Eyşe behsa astengiyên ku li kar rast tê û wiha domand, “Germaniya zêde ziraran çêdike, pêwîste ev der hênik û hewa wê baş be. Her wiha divê av û kêm tim hebe. Kêm caran mirîşk dimirin, dermanên nexweşiyan li vir hene. Ji ber wê yekê medcene encamên baş digire.”

Girêdayî vê mijarê endama Rêveber a Aboriya Jinên Minbicê Eyşe Casim got,” Armancên me ya van projeyan di serî de aktîvkirina rola jin di civaka xwe de û her wiha peydakrina derfetên kar ji jin û ciwanên herêmê re û pêşxistina aboriya xweser e.”

Eyşe her wiha anî ziman ku projeyên wan ji bo demên pêş hene.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27