Arşîv

Komîteya Çandî dewreya fêrbûna stran û dîlanê vekir

Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclîsa Navçeya Eyn Îsa yekemîn dewreya fêrbûna stran û dîlanê bi beşdarbûna 12 şagirtan dest pê kir.

Bi armanca vejandina çand û kevneşopiya herêmê û fêrbûna huner û mûzîkê, Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclîsa Navçeya Eyn Îsa yekemîn dewreya fêrbûna stran û dîlanê bi beşdarbûna 12 şagirtan zarok dest pê kir. Dewre dê 20 rojan dom bike.

Şagirta bi navê Cîhan Bozan ji ajansa me ANHA’yê re axivî û sedema beşdarbûna xwe ya nava dewreyê wiha vegot: “Di bihnvedana havînê de ez dixwazin fêrî hunerên dîlan, staran û mûzîkê bibin û hewl bidin kevneşopiya herêma xwe nas bikim.”

Şagirta bi navê Gulîstan Îbarhîm girêdayî heman mijarê diyar ku dê di çalakiyên hunerî û mîhrîcanên herêma Firatê de nûnertiya navçeya xwe ya Eyn Îsa bikin.

Endamên Komîteya Çand û Hunerê diyar kirin ku armanca wan ji vekirina van dewreyan vejandina kevneşopiya herêmê ye.

Back to top button