Arşîv

Kongreya Star a Til Rifet rêveberên xwe yên nû hilbijartin

Kongreya Star a navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê rêveberên xwe yên nû hilbijartin.

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê bi armanca ku rêveberên xwe yên hilbijêre, bi amadebûna bi dehan endamên kongreyê yên ji (Mala Jin, komîn, Komîteyên Parastinê û Asayîşê) civîneke lidar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêvebera Kongreya Star Newroz Osman rola jin a di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de destnîşan kir û anî ziman ku, jin li Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeran di eniyên pêş ên şer de berxwedaniyeke mezin dane meşandin, ev berxwedanî îradeya jin a li hemberî her astengiya diyar dike.

Di civînê de her wiha, rapora xebatên sê mehan ên kongre ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star Reyhana Elo ve hate xwendin û li ser wê nirxandin hatin kirin.

Her wiha nêrîn û pêşniyarên endaman ji konferansa giştî hatin girtin.

Ji bo rêveberiya nû ya kongre ya navçeyê, hilbijartin pêk hatin, di encamê de Emîna Mihemed, Rîhana Elo û Xezala Hesen bûne rêveber.

Di dawiya civînê de, rêveberên nû sûnd xwarin.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27