Arşîv

Meclîsa nû ya Kongreya Star a Eyn Îsa hate hilbijartin

Rêxistina Kongreya Star a Eyn Îsayê amadekariyên xwe yên lidarxistina kongreya duyemîn didomîne. Di vê çarçoveyê de, meclîsa nû ya kongre ya navçeyê hate hilbijartin.

Ji bo hilbijartina endamên Meclîsa Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî, civînek hate lidarxistin.

Endama Rêveber a Meclîsa Jinê ya Girê Spî Înas Mihemed, endama Rêveber a Mala Jin ya navçeyê Xewle Ebdulcebar û bi dehan jin tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgitin destpê kir. Piştre endama Rêveber a Mala Jin a Kantona Girê Spî Înas Mihemed rêziknameya kongrayê xwend. Her wiha behsa girîngiya rola jin di pêşketina civakê de kir.

Ji aliyê xwe ve endama Rêveber a Mala Jin a navçeyê Xewle Ebdulcebar li ser girîngiya beşdarbûna hemû jinan ji van civînan axivî.

Di dawiya civînê de 4 jin wekî endamên Meclîsa Kongereya Star a navçeya hatin hilbijartin.

Her wiha endaman soza parastina destkeftiyên jinê dan.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27