mestore

Mestûre Erdelanî: Helbestvan Û Dîroknasa Kurd

Lêkolîn: Lîlyan ÇIYA

MESTURE XANIM Mahşeref xan an jî navê wê yê din ku wek Mestûre Erdelan tê nasîn, helbestvan, nivîskar û dîroknas e. Ew di sala 1805’an li bajarê Îranê Sine yê tê dinya yê. Mestûre di malbateke xwedî prenstiya Erdelan ku li Sine yê ne, mezin dibe. Zimanê Kurdî, Farsî û Erebî li gel bavê xwe Ebu El Hesen begê qadirî fêr dibe. Hevserê wê Xosro xanê Erdelan hakimê wê derê bûye û bi mirina wî re mîrtiya Erdelan dikeve destê qaçaran. Bi êrîşên serweriya qaçar re yên di qerna 19’an de a bi ser mîrtiya Erdelan, Mestûre tevî malbata xwe koçê Silêmanî dike û li gel mîrtiya baban bi cih dibin. Lawê wê Riza Qolî Xan ku xelefê bavê xwe Xosro xanê Erdelanî bû, tê girtin û wî tavêjin zîndanê. Derveyê nivîsên Mestûre yên dîrokî û mezhebî, gelek helbestên Kurdî û Farsî jî li pey xwe hîştine.

Mahşeref xan jineke wêrek û zana bû

Mahşeref Xan an jî Mestûre Erdelanî di sala 1805’an de di dema hikûmeta Îmamollah Xan Welî yê Erdelanî de di nav malbateke xwedî çanda Qadirî li Senendecê tê dinya yê. Ev dîroknas û helbestvana Kurd ku bi navê (Mestûre) hatîye naskirin; ew ê ev nav bi xwe hilbijartiye û weke navekî helbestî bikaranî ye. Mestûre bi detsnivîsa xwe a pir bedew, bi helbest, zanîn û zîrektiya xwe dihate nasîn. Mestûrre berevajî kevneşopiyên dîrokî û dema di nav de dijiya, malbata wê bê yî ku ferqê bixiyê ku jine, ji bo ku bixwîne û bigihêje jiyaneke baştir, qada zanistê û perwerdeyê li pêşiya wê vedikin. Di demek kin de Mestûre Erdelanî di kar û barê nivîskariyê de pêş dikeve, ciheke girîn di nav wêjeyê de digire. Mestûre Erdelanî bi jêhatîbûna xwe ya di warê helbestan de karî ku di demeke pir kin de ciheke girîng di nav helbestvanên dema xwe de bigire û li hemberê wan bi sekneke bi hêz di warê dîroknasiyê de jî gav bavêje û serketî be. Mestûre Erdelanî ku wek Mahşeref Xan jî tê nasîn di hevdeh saliya xwe de û ji neçariyê bi Xosro Xanê kurê Êmamollah xanê mezin re tê zewicandin.

Bi jêhatîbûyîn û zanabûna xwe dihat nasîn

Mahşeref xanima Kurdistanî hevjîna Mîrê Erdelan Xosro xanê ku binavê (Nakam) dihate nasîn, bû. Navê wê yê rast Mahşeref Xanim e, lê wek Mestûre Erdelanî jî tê nasîn. Di helbestên xwe de “Mestûre” ku tê wateya ‘nepenî, şehreza, ecêp,’ bikar tîne. Di temenê xwe yê biçûk de meraqa wê ya ji wêjeya Farsî û Erebî re çêdibe û xwe di vê qadê de pêş dixîne. Her wiha di fiqihên îslamî de jî xwe pêş dixîne. Bavê wê ji malbata Qadiriyan û diya wê jî ji malbeta wezîrê Kurdistanê bû. Bavê Mestûrê, Ebû Hesen beg bi xwe mirovekî zanyar bû, di demeke pir kin de pê digihêje ku keça wî kesek zana û têgihiştiye û ji bo vê jî biryar digire ku wê bide xwendin. Pismamê wê dîroknas Elî Ekberê Kurdistanî ye, her wiha xwediyê pirtûka “Gulistana El Nasiriyê” ye, ew pirtûka ku li ser dîrok û erdnîgariya Kurdistanê hatiye nivîsîn. Ji xwe Xosro xan jî bi wêjeyê re elaqedar dibû.  Sala 1834’an hevserê wê ji nexweşîya kezebê di 29 salîya xwe da jiyana xwe ji dest dide.

Mestûre Erdelanî ji aliyê wêne û kalîgrafî de jî gelek jêhatî bû. Nivîsên wê gelek bi cewher û tijî hestbûn. Şêwaza wê ya nivîsa helbestan bi xwe xweser bû. Mamê wê Ronak Şînence di pirtûka xwe ya Hadîgaî Amanullhaî de Mestûre bi kalîgrafên Rojhilata Navîn ên navdar Mîn Îşat Xazwînî (1024 hate kuştin), Murat Yaqup (667 bexda) û Ebdulmecît Talaganî ( sedsala 12) re wekhev digire dest û dinirxîne.

Jiyana wê ji bo jinen Kurd jiyanek mînak e

Piştî mirina Xosro xan şûnde di navbera mîrtiya xanedana Erdelanan de perçebûn çêdibe û Mestûre neçar dimîne ji bajarê Sine derkeve û biçe Silêmanî yê. Tê gotin ku Mestûre di nav jiyana koçberiyê de gelek zor û zehmetiyan dibîne, jiyanek gelek zehmet dibuhirîne.  Mestûre di sala 1847’ an de diçe ser dilovaniya xwe. Tirba wê li bajarê Silêmanîyê, goristana Girdî Seywan a li başûra gora Fatma Zuhray e. Zanyarê Kurd Yahya Merîfet di sala 1926’ an de dîwana helbestên Mestûre yê çap dike. Lê berhema wê ya dîrokî ya bi navê “Dîroka Erdelan” di sala 1946’ an de li Sine ji alîyê zanyarê Kurd Nasir Azadpûr ve tê çap kirin. Her wiha pirtûka Mestûre ya bi navê “Dîroka Erdelan” li Moskowayê di sala 1990’î de bi zimanê Rusî tê çap kirin. Li gor hin çavkanîyan dîwana helbestên Mestûre ji 20 hezar beytî ne. Tê gotin ku Mestûre Erdelanî gelek helbestên xwe jî bi zaravayê kurmancî nivîsîne,  lê mixabin helbestên wê yên bi zaravayên kurmancî heya roja me ya îro nehatine dîtin. Di pirtûka ”Kurd û Kurdistanê” ya Mihemed Emîn Zekî de navê Mestûre tê ziman û wek yek ji navdarên gelê Kurd tê destnîşan kirin. Dîwana Mah Seref Xanim di çapxana Şûrî li Tehranê di sala 1931’an de hatiye çapkirin. Li gel ku piraniya helbestên wê hatine windakirin jî, lê yên heyî hatine çapkirin. Di sala 1927’ an de Meyrem Erdelan li Sine yekemîn dibistana keçan Mastooreh_Ardalan vedike û navê Mestûrê li wê dibistanê dike.

Bavê Mestûre Ebdulhasan Beg eleqeya wî a ji bo xebatên zanistî hebû. Bi wêjeyê re eleqeder dibû. Hebûna xwe dida ser zarokên xwe û bi taybetî jî dixwest bide Mah Şeref Xanim ê. Di pirtûka Mah Şeref Xanimê ya bi navê Dîroka Erdalan de hevokek wisa derbas dibe; “Bi destûra Xwedê em bi hezkirina dayîka xwe hatin dinê, em bi terbiyeya bavê xwe di jiyanê de têdikoşin.” Mestûre jî di zarokatiya xwe de eleqeya wê ya ji bo xwendin û nivîsandinê hebû. Mah Şeref xanim helbestvaneke gelek baş û dîroknaseke navdar bû, perwerdeyeke baş girtibû.

Gelek nivîskar û helbestvanan jê îlham digirin

Di demên ku hîn hevjîna Mestûre Xosro dijiya, gelek helbestvan û zana li dîwana wan kom dibûn û nîqaşên wêjeyî, felsefîk û ilmî didan meşandin. Di wan civatan de Mestûre xwedî ciheke cûda bû. Bandora wê li ser helbestvan û navdarên ku pê re rûdinişt gelek bû. Her kesê ku pê re rûniştiba ne mumkinbû ku pê bandor nebûba û qala wê nekiriba. Gelek helbestvan û navdarên dîrokî di dîwan û pirtûkên xwe de behsa Mestûre dikin. Ne tenê dîroknasa Kurdistanê, di heman demê de yekemîn dîroknasa rojhelata navîn e.

Mestûre û helbest

Baş tê zanîn ku gelek helbestên Mestûre Erdelanî heya roja me ya îro negihane. Dîwana wê bi du zimanên Farsî û Kurdî hatiye nivîsîn. Gelek helbestên wê bi zimanê Farsî ne û di hêla bikaranîna zimanê helbestan de xwedî stîleke cihê ye. Di beşa dawî a dîwana wê de ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn, 10 beyt, 9 helbest û 3 bendên ji çar rêzan pêk hatî, cih digire.

Di hin helbestên xwe de behsa evîna xwe dike û heskirina xwe a bi Xosro re tîne ziman. Di gelek helbestên xwe de jî gazinca ji demê dike û ji rewşa ku di nav deye bêzar û bi gazine. Bi taybetî di helbestên xwe de behsa bajarê xwe Sine dike ku hesreta wê dikşîne. Yek ji helbesta wê ku di nav helbestên wê de a herê ber bi çav e û ligor dema xwe bandorek mezin di qada wêjeyê de çêkiriye, helbesta ku ji helbestvan Nalî re nivisiye ye. Helbesta ku ji helbestvan Nalî re dinivîse û di nav de gelek rexneyan jî digire, ev e:

Nalî Cafe nî, Nalî Cafe nî

Çêş waçûn we to ke Cafe nî

Ba şermesar ney dinyay bê to

Her îne be sen Mestûre pey to!..

Beytek din a Mestûre Erdelanî:

Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im,

Le hemû xêlê jinan de niye kes hawşan im:

Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,

Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im.[2]

Mestûre di tevahiya jiyana xwe de 20 hezar beytan bi zimanê Farsî dinivîsîne. Gelek helbest û beytên ku Mestûre Erdalanî nîvisîne bi sedema pirsgirêk û qeyranên di nav mîrektiya Erdelan de winda bûne û ne gihanê roja me ya îro. Mah Şeref Xanim (Mestûre Erdelanî) di sala 1847’an (ku li gelek cihan de jî 1948 derbas dibe û tê gotin ku li senendecê çûye ser dilovaniya xwe û li wir sipartine axê) de hêj di 44 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Piştî Mestûre jiyana xwe ji dest dide, di sala 1925’an de li Tehranê pirtûka bi navê ” Dîwanî Mah Şeref Xanimî Kurdistanî” hat çapkirin.

Stêrka helbestan

Ji bo wê digotin stêrka helbestvanan. Mestûre kevneşopiya gelê xwe baş dide xuyakirin û şêwaza helbestan baş fêm dikir. Di nivîsên wê de sadebûn hebû. Her wiha behsa evîn û hezkirinê dikir. Şêwazek xwe a cûda hebû û ev şêwez di helbestên xwe de bikar tanî. Di pirtûkên xwe de zimanê Mestûre pirr dewlemend e. Mînak dema di taswîra xeyalan de ji bo wan bîne rewşa sembola çawan evîn û azadiyê bi zimaneke balkêş bikar tîne.

Di 1967’an de di kovara ‘Reş û Spî’ ya li Îranê hate weşandin de Mah Şeref Xanim bi awayekî ku di lîteratura Kurd û Persan de jina herî navdar a helbestvan e hate nasandin. Pismamê Mestûre, Mîrza Ekber Sadiq di pirtûka xwe ya ‘Hadîgeyî Nasîriye’ de dibêje ku Mestûre 20 hezar beyt nivîsin e. lê ev di nava demê de wenda bûne. Di sala 1925’ê de 2 hezar beyta ku bi farsî hatibû nivîsin a Mah Şeref Xanimê li Tehranê hate weşandin. Mestûre gelek nivîsên xwe bi zaravaya narîn a Goranî ku li Sine û Silêmaniyê jî tê bikaranîn, nivîsiye.

MESTURE XANIMMînakek din ji helbesta Mestûre Erdelanî:

Ji bilî ser têkiliya wî min awir tune ye

jixwe ji bilî wî min fikar tune ye

her çiqas henaseya min ne li bîra min be, ji wî û min

Ji bilî henaseya sar min bîranîn tune ye

bextewar im li ber dûrbûna ji bejna wî ya bedew

Ji bilî xema wî qet min xemgînî tune ye

Hin berhemên wê yên tên zanîn wiha ne:

-Dîroka Erdelan (Ta’rikh-i Ardalan) bi zimanê Farsî hatiye nivîsîn.

-Herweha pirtûkek olî jî amade dike ku di derbarê “Şerîeta îslamê” de ye. Pirtûkên wê nîşaneya lêhûrbûn û kûrbûna wê ya di derbarê ol û dîrokê de dide nîşandayîn. Wê bi xwe “12 ilm qedandiye”.

-Dîwana helbestan ku bi zimanê Farsî hatiye nivîsîn û ji du hezar beytan pêk tê.

-Ramanên Mestûre: Ev pirtûk ku tezek biçûk a ramanên Mestûre di derbarê baweriya şafî deye. Mirov dikare pirr eşkere vê yekê bibêje ku di nav jinan de kesekê wek wê wiha agahî di vê mijarê de berhev nekirin e

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *