Arşîv

Şivana jin û evîndara xwezayê

Jina kedkar û xwezahez Selwa Ehmed di nav zeviyan de pezê xwe diçêrîne û şivantiyê dike. Selwayê dibêje xweza çavkaniya jinê ya herî girîng e.
Jina kedkar û xwezahez Selwa Ehmed ku 35 salî ye û ji Çiyayê Kizwanan e anî ziman ku jiyana wan bi xwezayê girêdayiye û got ku ew kêfxweşî karê şivantiyê dike û bi vê yekê debara xwe dike.
Selwa Ehmed da zanîn ku hevserê wê li Lubnanê dimîne û ew ji zarokê xwe re dibe bav jî û wiha got:”3 zarokê min hene û hevserê min li Lubnanê dixebite. Ez ji zarokê xwe hem dibim dê hem dibim bav. Ez dixebitim ku zarokên min hewceyî kesî nebe. Nêzî 50 pezên me hene û me zeviyek kirê kir ji bo em pezê xwe lê biçêrin. Cihê me li gor çêrandina peza duguhere. Niha ez li gundê Tarûqê yê Til Temirê me.”
‘Jiyana me bi xwezayê ve girêdayî ye’
Selwayê da zanîn ku jiyan û debara wan bi xwezayê ve girêdayî ye û wiha domand:”Dema ku baran bibare xweza bi bereket dibe û geş dibe. Lê dema ku baran tunebe em nikarin pezê xwe jî biçêrin. Jiyana me her bi xwezayê ve girêdayî ye. Mast, penêr, rûn, toraq hemû bi saya pezê xwe em çê dikin û difiroşin.”
‘YPJ û YPG xwedî li me derketin’
Selwayê bal kişand ser êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Çiyayên Kizwanan û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Dema em li Çiyayê Kizwanan bûn me ji ber çeteyên DAÎŞ’ê nikaribûn ku pezê xwe biçêrin. Wekî ku em di zindanê de bin em dijiyan. Lê piştî ku YPG û YPJ’ê Çiyayê Kizwanan ji çeteyan paqij kirin em azad bûn. Piştre me dikaribû ku pezên xwe biçêranda.”
Back to top button