Arşîv

Meclisa Jinan a PYD`ê lêvegera îdeolojîk û polîtîk ji bo jinan ava kir

Rêxistina Jinan a PYD`ê di kongreya xwe ya damezirîner de mekanîzmeya Meclisa Jinan a PYD`ê diyar kir ku azadiya jinan û avakirina civakeke ekolojîk ji xwe re dike armanc.

Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) meclisa xwe ava kir. Kongreya Damezirîner a Yekemîn a Rêxistina Jinan a PYD’ê bi silogana “Jina azad mîsogeriya civata exlaqî û polîtîk e” pêk hat. Meclisa Jinan ji 28 endaman pêk tê. Di heman demê de ev meclis Kongreya Star ji xwe re wek rêxistina civatî ya jorîn di Rojava û Bakurê Sûriyeyê de dibîne.

Meclisa Jinan a PYD’ê pêşxistina xebatên rêxistinî, fikrî, polîtik û civatî di Sûriye û derve de digire ser xwe ji bo pêşxistina jinan di hêla bîrdozî û polîtîk de. Di heman demê de çareserkirina pirsgirêkên jinan û xurtkirina têkoşîna li diji hemû cureyên şîdetê li dijî jinan û pêkanîna wekheviyê di navbera her du cinsan de û pêkanîna pergala hevserokatiyê esas digire.

Meclis dê hewl bide bi rêya komîteya rêxistinî û diplomasî xwe bigihîne hemû jinên Sûriyeyê.

Meclisa jinan dê koordînasyona xwe ya giştî hilbijêre bi armanca diyarkirina xeta fikrî û rêxistinî ji xebatên jinan re. Meclis jî berpirsyar e li hemberî koordînasyonê di peydakirina derfetên karên hevbeş, şopandin û birêxistinkirinê de. Koordînasyon ji 5 heta 7 kesan pêk tê.

Roja Yekşemê di Kongreya Damezirîner a Yekemîn a Rêxistina Jinan a PYD’ê de bi slogana “Jina azad mîsogeriya civata exlaqî û polîtîk e.” meclisa jinan hate hilbijartin.

(ANHA)

Back to top button