Arşîv

Meclisa Jinên Sûriyê komkujiya Suweydayê şermezar kir

Meclisa Jinên Sûriyê derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li dijî Suweyda sersaxî ji gelê Sûriyê, bi taybet gelê Suweydayê re xwest û bang li civaka navdewletî kir ku erka xwe ya parastina jinan ji xeteriya DAIŞ‘ê bi cih bînin.

Meclisa Jinên Sûriyê li ser êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li Suweyda daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxisitn ku “Çeteyên DAIŞ‘ê roja çarşemê 25‘ê Tîrmeha 2018‘an êrîş li dijî sivîlên Suweydayê pêk anîn, bi êrîşê zêdeyî 225 sivîl şehîd bûn, di nav de jin û zarok hebûn.

Meclisê destnîşan kir ku “Çeteyên DAIŞ‘ê bi riya van êrîşan xwestin peyamekê bidin û bêje ku hîna heye rexmî derbeyên li giran li Sûriyê û Iraqê xwarin.”

Meclisa Jinên Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji gelê Sûriyê bi taybetî gelê Suweydayê re xwest û bang li civaka navdewletî û aliyên têkildar kirin ku bila erka xwe ya parastina jinan ji xeteriya DAIŞ‘ê bi cih bînin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27