komunen-aboriye

Birêxistin Kirina Aboriya Komunên Demokratîk

Berjîn Derya

Aboriya komunên modernîteya demokratîk, bi rê û rêbazeke din li hemberê pergala modernîteya kapîtalîst a lîberal û dewlet parêz ku xwedî feraseteke hilveşînere, sekinîn gelek zehmet be. Aboriya komunan ango civat û komên ekonomiyê dahênaneke nû nîne, ji xwe ew plan û projeyeke nû nîne û tenê di roja me ya îro de neketiye rojewê. Ji destpêka dîrokê heya îro, di civaka mirovan de pergalelek ku bê wê qet neba, hatiye pêşxistin. Ev taybetmendiya wê jî ji civakîbûna wê tê û ger civak bixwaze li ser pêyan bimîne û hebûna xwe bidûmîne, pêvîste aboriya komunan esas bigire. Encax bi aboriya komunan em dikarin kapîtalîzma taybet û kapîtalîzma dewletê lewaz bikin û li pêşiya wê bibin asteng. Çiqas komunên ekonomiyê pêşbikevin, wê ewqas pergala kapîtalîzm a aboriya hilweşîner jî marjînal bibe. Helbet pêşî girtina qezenca zêde ne hêsane û pêdivî bi çalakiyeke mezin a civakî heye. Ev yek jî bi hilbijartina pergala modernîteya demokratîk ku xwe dispêre komunên demokratîk a ku ne li pey sûda zêde ye û şêweyê ekonomiyekê ye ku ji xwezayê biyanî nîne esas digire re pêkane.

Ji Bo Aboriya Komunan Civakîbûyîn Girînge

A ku îro em dixwazin bikin ev e ku tişta ku ya civakê bû, lê ji aliyê pergala desthilatdar a dewlet parêz ya ku hertim bi kedxwariyê civakê di bin mêtîngeriyê de digire bistînin, dîsan vegerînin civakê û ji nû de avabikin. Weke ku di dîrokê de jî hatiye dîtin, em bixwe dikarin aboriya xwe a komunan avabikin. Ji bo vê jî bê guman gelek derfet û pêdivî hene, a girîng zîhniyet û pratîk kirina vê ye. Tişta herê girîng jî em bizanibin çawan û bi çi şêweyî xwe birêxistin bikin. Ji ber ku civakek bê rêxistin nikare xwe birêve bibe û rol bilîze. Aborî û civakê mirov nikare ji hev cûda bigire dest û binirxîne. Di civaka mirovan de jî aborî bi hişmendiyek ku ji xwezayê ne biyanî ye pêk tê. Jixwe civakîbûna mirovan jî di rastiyê de li dora xebatên ekonomîk çêbû ye. Wê demê rêxistinbûyîn bi xwe re civakîbûnê û civakîbûn jî wê bi xwe re hişmendiyeke rast a têgîna ji xweza û aboriyê re bide avakirin. Ji bo aboriya komunan jî civakîbûyîn pir girîng e. Ji ber ku civakîbûyîn ‘ez ezîtiyê’ ji holê radike. Di qada aboriyê de ji bo ku mirov xebatek kolektîf a civakê bide avakirin, bikaribe jiyana xwe bidomîne, ev cure  birêxistinbûn pir girîng e.

Li Kurdistanê gelek mînakên vê yekê jî hene. Ji xwe civaka Kurd hertim bi civatên komî dijiyan û civakîbûyîn ji bo xwe esas girtine. Di qada aboriyê de jî her wisa; mînak li gundekê dema cotkariyê, gel weke civatên komî kar dikirin, arikarî didan hevûdû. Li vir a girîng bi hev re tevgerîn û civakîbûyîna wan ne. Ji bo vê em dibêjin komunên demokratîk girîng in û yek ji tevgera herî mezin ya bihevrebûna civakê ye. Ji xwe gelê Kurd û civaka wê ji vê yekê ne biyanî ye. A girîng em bikarin xwedî li van nirxên xwe yên civakî derbikevin û bi xwe rêxistiniyeke hîn bihêztir bikarin bibin bersiv.

Komînên aboriyê dikare ji 10 kes heya 50, 100 kesan jî bê birêxistin kirin. Hejmara ku di nav komunên aboriyê de dikare ligor cih û xebatê bê guherîn. Mînak li gundekê ku xwedî 50 male, dikare komuna demokratîk tê de bê birêxistin kirin. Mirov dikare koperatîfa cotkara, koperatîfên sewalvaniyê jî ava bike. Ji bo ku mirov di qada aboriyê de xebatên kolektîf û hevpar yên civakê pêş bixîne û kes bikare jiyana xwe bidomîne, ev şêweyê xwe birêxistinkirinê yê herî baş e. Ji ber ku têgeha bingehîn a koperatîfan, jiyana hevpar e. Bi vê şêveyê xwe birêxistin kirinê, civakê dikşîne jiyana hevbeş û plansaziya jiyaneke hevpar. Wê demê, bê ku pêdiviya me bi dewlet ango hêzeke din hebe, em wek şêniyên gund ku her yek ji me endamê vê koperatîfêye û em bihevre tevdigerin; hemû pêdiviyên gund yên xwedî kirin, parastin û vehewînê ji aliyê koperatîfa gund de tê birêxistin kirin. Ji ber ku xwe birêxistin kirina komunên demokratîk û koperatîfan bi ruhê parvekirin, hevparbûnê û piştgiriyê tevdigere, bi awayek xwezayî jiyanek hevpar û demokratîk pêş dikeve. Di vir de ne tenê li ser bingehê aboriyê tenê, her wiha hatina gel hev ji aliyê civakîbûnê de jî ji bo wan pir girîng e. Ji xwe di civakeke wiha birêxistin kirî de kes birçî an jî hevceyê dewletê namîne.

Komunên Aboriyê Û Parastin

Hemû endamên vê komuna demokratîk, ango koperatîfên cotkaran bi hemû endamên xwe dikarin hefteyê carekê bên cem hev û li çawan tevgerîna koperatîfê, pêdivî û ji vir şûnde çi bê kirin, kîjan pêdivî li pêşên, wê biryar bigirin. Berpirsyarê giştî yê çotkaran ku ji aliyê hemû endamên koperatîfê we hatiye hilbijartin, li ber kom kirin û anîna gel hev a civatê berpirsyare. Her wiha koperatîfa cotkaran hemû biryar û xebatên xwe bi komunên darayî, çandî, tenduristî û komunên jinan ku her meh di meclîsa giştî a gund de tên gel hev re parve dike. Dema ku bê xwestin her komîte, komun û koperatîf dikare ji ya din alikariyê bixwaze. Bi qasî ku koperatîfa cotkaran di ber tevahî pêdiviyên gund de berpirsyare, hemû endamên meclîsa gund jî di ber koperatîfa cotkaran de xwedî berpirsyariyê ye. Di koperatîfa cotkaran de herkes ligor qabiliyet û kêrhatîbûna xwe di nav kar de cih digire û ligor mebdeyên kar nêz dibe. Di parwekirinê de jî heman mebde esas tê girtin.

Li bajar, tax û her kolanekê de ku em jiyan dikin, ev şêweyê xwe birêxistin kirinê dikare bê pêşxistin. Di bin banê her meclîsa bajêr, tax û kolanê de komuneke aboriyê dikare bê birêxistin kirin. Ger em taxekê bigirin dest û binirxînin; di nav meclîsa taxê de komuna aboriyê li ser bingehê pêdiviyan hejmar tê destnîşand kirin û ligor kar û qabiliyeta kar a kes, tevlîbûna nav komunê tê çêkirin. Komuna aboriyê a taxê, yek ser bi komuna giştî a aboriyê ku di bin banê meclîsa bajêr de xwe birêxistin kiriye re girêdayî ye. Pirsgirêk, pêdivî û agahiyên di derbarê xebatên xwe de yek ser bi komuna aboriya bajêr re parve dike. Yanî her komuna aboriyê a tax û kolanan yek ser bi komuna aboriya bajêr re di nav danûstandinê de ye. Ji xwe komuna aboriya tax û kolanan ji aliyê endamên komunê tên hilbijartin û her dem dicivin, xebat û pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Pêdiviyên bingehîn yên taxê ji aliyê komuna aboriyê de tê destnîşan kirin û li ser esasê pêdiviyan xizmet tê dayîn. Dîsan komuna aboriyê ji bo pêdiviyên zerorî û taybet jî derfetan avadike. Mînak dema di taxê de kesek tûşê nexweşiyek giran be, ji bo tenduristî û alikariyê çi pêvîst be dike. Yan jî kesek pir dest teng e dîsan dikeve nav tevgerê û hem wî/ê kesê/î re arikarî dike, ger lazim be beştarî nav kar dike. Di taxê de koperatîfa dikana dikare bê avakirin û mînak hemû tax ji derve de na, di nav taxê de pêdiviyên xwe bi cih bîne. Dîsan dikanên girêdayî koperatîfa taxê jî tişt û pêdiviyan ji koperatîfa cotkarên gund bistîne. Dîsan mirov dikare koperatîfên kargehên cil dirûnê ava bike û pêş bixîne.

Di roja me ya îro de ku herê zêde êrîşên dewletê li ser nirx û saziyên gelê Kurd pêş dikeve, pêşxistina komunên aboriyê helbet bê parastin nabe. Ji bo ku li gund koperatîfên cotkaran, hemû erd û zeviyên heyî bên parastin, pêdivî bi koma parastinê an jî milîsên gund heye. Hêza milîsan di ber parastina nirx û keda ku tê dayîn de xwedî erk e. Hemû cihên kar, sazî, erd û zeviyên çandiniyê di bin parastina koma milîsan de ye. Ev yeka han ji bo her tax, kolan û bajar jî pêvîstiyeke ku bê wê qet nabe. Ji ber ku di raja me ya îro de weke her qada civakê, aboriya civakî jî pêdivî bi parastinê heye.

Ji Bo Zarokan Birêxistin Kirina Komunên Aboriyê

Tişteke herî girîng ku mirov pêvîste li ser bisekine û binirxîne jî komunên aboriyê ku di ber perwerde û xwedî kirina zarokan de berpirsyar be. Mînak komunek a aboriya zarokan dikare bê avakirin û ji bo ku zarok bi awayek baş bên xwedî kirin, perwerde kirin û mezin kirin, xwedî berpirsyarî tevbigere. Îro li Kurdistanê em dibînin ku gelek zarok di temenê biçûk de neçarê kar kirinê dibin, baş nayên xwedî kirin, yan jî ji perwerdeyê dimînin. Her malbat nikare zarokên xwe xwedî bike, lê komuna zarokên Kurdistan ê dikare ji wan hemû pirsgirêkan re bibe deriyê çareseriyê. Ev komun dikarin li her deverê Kurdistanê bên birêxistin kirin. Helbet ev zarok bi feraseta civaka demokratîk, di bin banê komunên perwerdeyê de ku ligor mebde û fikra civaka polîtîk û exlaqî perwerde dike de tên bi cih kirin. Zarokên ku ji aliyê komunên aboriyê de destek ji wan re bê dayîn û ji aliyê komunên perwerdeya civaka demokratîk de bên perwerde kirin, her ku temenê wan mezin bû wê xwe di nav wan komunan de bigihînin îfadeya rast û ligor mebdeyên demokratîk xwe bi saziman bikin.

Aboriya komunên demokratîk li ser kîjan bingehan xwe birêxistin dike û girîngî bi çi dide:

Aboriya komunên demokratîk li ser esasê pêdiviyên civakê xwe birêxistin dike û di ber hemû pirsgirêk û pêdiviyên civaka xwe de berpirsyar e.

Aboriya komunên demokratîk, ligor pêdiviyên endamên xwe, perwerde, çand û ligor jiyana civakî xwe bi awayeke kollektîf birêxistin dike.

Aboriya komunên demokratîk li her tax, kolan û bajarê ku xwe birêxistin kiriye de di ber jiyan û beştar kirina kes a nav kar de berpirsyare.

Di her cihê ku ji aliyê civakî de cûdatî xwe dide der de bi xebat û bersivdana pêdiviyên gel vê cûdatiyê ji holê radike, ji hêla maddî de ji hemû endamên xwe re wekhev nêz dibe.

Di nav civaka aboriya komunên demokratîk de piştgirî û parvekirin esas tê girtin.

Her endameke komunên aboriya demokratîk li ser daxwaz û îradeya xwe beştarî nav kar dibe, her wekî ku bi daxwaza xwe beşdarî nav komunê dibe, dema bixwaze jî dikare derkeve.

Hemû endamên komunên aboriyê bê ku di nav pergaleke jor a hiyerarşîk de bên birêvebirin, xwe bi xwe, xwe birêve dibin, biryar digirin û biryarên xwe dixin meriyetê. Her wiha kesê ku wek rêveber helbijartine jî kontrol dikin.

Bi kinahî komunên aboriya demokratîk, newekheviya civakî dide aliyekê û hemû nirxên civakê di bin banekê de kom dike, xebatên giştî û kolektîf birêxistin dike, ligel xwedî kirin û perwerdeya zarokan jî gelek pêdivî û daxwazên civakê bi xwe rêxistinên komî tîne gel hev û çareser dike. Ji bo pêşxistina komunên aboriyê pêdivî bi bawerî û motîvasyona siyasî û civakî a her endameke komunê heye. Civakek dikare bi komunên aboriyê, koperatîfên ku di her deverê de tên birêxistin kirin, hemû pêdiviyên wê bên çareser kirin û ji hêla maddî de di bin mîtingeriya pergala modernîteya kapîtalist de bê rizgar kirin. Aboriya komunên demokratîk li dijî pergala kapîtalîs şêweyê xwe birêxistin kirina civaka sosyalîst e. Birêxistin kirina koperatîr û komunên aboriyê, berê her tiştî cureyek rêxistinê a li dijî endustrîbûn, zêdebûna şîrket û sazîbûnên pergala kapîtalîst e. Pêvîste em civaka xwe ji her cure hegemonyaya pergala kapîtasîst dûr bigirin, bîrûbaweriya komunên demokratîk û jiyana wê bidin ronişkandin. A herê girîng jî em gelê xwe bi rêxistina komunên aboriya demokratîk carekedin vegerînin cewherê wê, endustriya ekolojîk ku ji xweza û civakê ne bîyaniye bidin avakirin. Bi vê yekê jî emê bikaribin pêşî li bêkarî, birsîbûn, koç, karkerên demsalê ku di nav gelek tehlûkeyan de li hemberê pereyeyek pirr kêm kar dike û biyanîbûna ji çandê bigirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *