Arşîv

Jinên bazirgan: Ji ber krîza aborî em êdî nikarîn danûstandinê bikin

 Li Tirkiyeyê aloziya aborî zêde  dibe û dolar bilind dibe. Ji bo çareserkirina krîza aborî bi tu awayî gavê girîng nayên avêtin. Jinên bazirgan anîn ziman ku ji bo çareserkirina alozîya aborî hêvî û baweriya wan nema ye.
Li Tirkiyeyê her roj dînar (DOLAR) bilind dibe, zem zêde dibe û aloziya aborî mezin dibe. Ji ber polîtikayên  îktîdara heyî, krîza aborî bi tu awayî nayê çareserkirin. Herî zêde jî ji krîza aborî bazirganên biçûk bi bandor dibin. Jinên bazirgan diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî tu kes danûstandinê nake û gotin ku ji ber polîtikayên şaş krîza aborî ji çareserkirinê zêdetir, kûr dibe.
‘Em êdî  nikarîn ji bo malê re danûstandinê bikin’
Bazirgana bi navê Suheyla Kalçik a ku bi dûriniya cilan debara malê dike axivî û bi lêv kir ku  ji ber buhabûna cilan gel bi bertek e û got ji ber zemê tu kes naxwaze danûstandinê bike û wiha axivi;”Ez serê sibehê seat di 8:30’an de kargeha xwe vedikim, heta saet 8:30’an ên şev ez dixebitim. Ji ber ku kar tune ye, em heta derengiya şevê dimînîn. Di nava rojê de jî wexta me ne bi foritinê bi axaftinan bi dawî dibe. Gel dibêje, çima evqas buha ne? Roja me  bi bersivandina van pirsan bi dawî dibe. Em alavên xwe bi buhayên zêde dikirin. Ji ber wê divê em buha bifiroşin. Ger ku em wisa nekin, ji me re tiştek namîne. Zem ewqas bilind kirine, em kar bikin jî em qasî pêdiviyên xwe pere kar nakin. Berê de ew qumaşên ku me metreya wê ji 6 lîrayan dikirî niha em bi 10 TL’yan dikirin. Em hem bazirgan hem jî muşterî ne. Berê me ji bo malên xwe danûstandin dikir, lê niha em nikarin ji malê re jî danûstandinê bikîn. Ez bawer nakim ku krîza aborî bê çareserkirin. Gelo devlet dê çawa pirsgirêka aborî çareser bike? Me dev ji pere qezenckirinê berda. Em êdî ji îstismarkirina zarokên xwe ditirsîn. Ewlehiya zarokê min û malbata min pêşiya her tiştekî tê. Pergala perwerdehiyê di salekê de çawa hat guhertin? Derûniya zarokan dê vê rewşê çawa rake? Em êdî tenê zarokên xwe difikirin. Em li wezîrê perwerdehiyê dinêrin, tu eleqeya wî bi perwerdehiyê tune ye. Ew ê çawa ji derûniya zarokan fêm bike?”
‘Dolar bilind dibe û wateya pereyê tirkî namîne’ 
Bazirgana bi navê Bahar Olcay jî daxuyand ku ji ber krîza aborî karên wan pir nebaş derbas dibin û got ku krîza aborî bandorek neyînî li ser gel dike û wiha got:”Ez serê sibehê seat di 8.30’an de dest kar dikim. Ji ber krîza aborî karê me nebaş derbas dibe. Sektora cil û bergan qadeke girîng e. Lê ji ber aloziya aborî û bilindbûna cilan kirîn tune ye. Ji ber zeman gel neçar dimîne û her gilî dike. Ez alavan bi euro û dînaran dikirim. Dolar bilind dibe û  wateyê pereyê tirkî namîne. Ji ber wê jî dibê em fiyatan bilind bikîn. Krîza aborî ser her qadên civakî belav dibe. Ji ber wê jî ev neyîniya her roj belav dibe.”
Îpek İşik jî bal kişand ser aloziya aborî û got ku ew ji ber krîza aborî êdî nikarin ji malê re danûstandinê bikin û wiha domand:”Serê sibehê saet di 8.00’an de ez dezgeha xwe vedikim, heta saet 2 an 3’yan encax ez siftehê dikim. Di berê de me di nava rojê de 4-5 hezar lîra firotin dikir, niha em tenê 100-150 Tl encax qezenç dikin. Gava ku rewş ev be em nikarin debara xwe bikin. Berê de  me di bazaran de di  heman fiyatê de me 3 poşetan danûstandin dikir, niha em bi heman fiyatê tenê yek poşet danûstandinê dikin. Kirê pir buha bûne. Hilbijartin çêbûn vaat dan lê pirsgirêka aboriyê dîsa nehate çareserkirin. Bi rastî ji bo çareserkirina aboriyê bi tu awayî bawerî û hêviya min tune ye.
Back to top button