Arşîv

Aşiqa Huner Û Şoreşê

Bi rûkeniya xwe şanoyên lehengiyê li ser dîwarên vî welatî xêz kir da ku bi parastin û hunera xwe bibe mîanaka fermandar a ku pêşengîtiya jina azad bike.

Salîhe Munîr ku bi navê Rûken Botan dihate naskirin, sala 1999’an di nava malbateke welatparêz ku di salên 1980’ê de tevger nas kiriye, de jidayîk bûye. Salîhe di nava xuşk û birayên xwe de ya sêyemîn bû. Salîhe dibistana seretayî qedandiye û ji ber mercên zehmet ên aborî perwerde terikandiye. Di nava hevalên xwe de pir aram, jîr û jêhatî bû.

Salîhe ji ber hezkirina wê ya zêde ji hunera folklorî, dîlan û şanoyan re di sala 2008’an de tevlî Koma Sarya Cûdî ya bajarê Qamişo bûye. Di wan deman de ji ber zextên rêjîmê kêm kesan dikarîbûn xebatan bidin meşandin.QAMISLO-PORTIRA-S-SALHA-MUNIR10

Piştî du salan ew tevlî Koma Şano bû û yekemîn şanoya ku cihê xwe tê de girtiye şanoya Sînemaya Amûdê bû. Wê demê bi awayekî veşartî û di mercên pir zehmet de ew şano hate organîzekirin.

Salîhe bêyî ku kes pê bihese li mala xwe ya biçûk xuşka xwe û gelek xort û keç perwerde dikir. Jiyana wê tenê di çarçoveya hunerê de nema, wê di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de berê xwe da navendên perwerdehiya zimanê Kurdî. Wê du salan li pey hev perwerde dît û bû mamosteya zimanê Kurdî.

Di şoreşê de armancên wê mezin bûn

Di sala 2012’an de piştî ku rewşa herêmên Rojavayê Kurdistanê kêmekî aloz bû û li bajarê Serêkaniyê şer derket, Salîh û bavê xwe rihê xwe kirin yek û beşdarî hêzên YXK’ê bûn.

Dayîka Salîhe ya bi navê Şewafa Ebdullah li ser keça xwe wiha dibêje : “Ruyê wê herdem bi ronî û ken bû. Ji ber vê navê xwe kir Rûken. Di fikir û tevgera xwe de pir mezin bû, bala her kesî dikişand. Wekî aktorekê hertim teqlîda kesên ku dihatim cem me û bi taybet teqlîda hevalan dikir. Yek ji bîranînên wê ku ez tu caran nikarim jibîr bikim ev gotina wê ye ‘Ez ê zû mezin bibim û wekî hevalan xurt û leheng bibim. Ez ê ji we re li baxçeyê Kurdistanê maleke mezin ava bikim’.”

Dayîkê got ku Salîhe gava destpêkê di aliyê çand û hunerê de piştî terikandina xwendinê avêt, 4 salan di nava komên dîlan û şano de kar û xebat daye meşandin, tu caran hêza xwe winda nedikir. Salîhe di dawiya sala 2012’an de wekî rêvebera karûbarên komên dîlan hate erkdarkirin.

Xuşka Salîhe ya jê mezintir Eytan Murad dibêje: “Ez ji min biçûktir bû, lê ez jê fêr dibûm. Ew pir jêhatî û zana bû. Me 4 salan bi awayekî veşartî li Navenda Mihemed Şêxo kar dikir. Lê Salîhe tenê li vir nesekinî, wê riya xwe dewam kir û ket nava xebatên perwerdehiya zimanê Kurdî. Piştî ku YXK’ê hate avakirin, min bi tenê hişt û beşdarî nava yekîneyên leşkerî bû, lê soz da min ku hunera welatparêz hertim di dilê xwede vehûne û ji min xwest ku ez karê xwe yê hunerî berdewam bikim.”

Salîhe di nava refên YXK’ê de gelek perwerdehiyên ramyarî û leşkerî dîtin û peywirên birêvekirinê jî girtin.

Di sala 2013’an de piştî ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate damezirandin, Salîhe cihê xwe di nav de girt û beşdarî şerê destpêkê yên li bajarê Serêkaniyê bû. Wê li rex hevalên xwe Umer Xanîka, Elefteriya, Seydo Qamişlo û Serhed Qamişlo ku şehîd bûn, şerê komên çete kir.

Bavê Salîhe Munîr Murad di destpêka şoreşa Rojava de xwe gîhand keça xwe û tevlî yekîneyên parastinê bû. Munîr dibêje ku keça wî Salîhe li gelek eniyên Rojava wekî Serêkaniyê, Til Elo, Ebû Diyab, Rawiya, Til Îd, Hedad, Til Marûf û herî dawî Aliya şerê komên çete kiriye. Salîhe û hevalên xwe yên şervan beriya ku li gundê Aliya şehîd bibe şerekî dijwar li hemberî çeteyan kirin û şehîd bû.

Şeva beriya ku şehîd bibe, bi hevalên xwe re silav ji bavê xwe re şandibû. Ew kêlî tu caran ji bîra Munîr naçin.

Çavên wê xew nedidîtin

Nadiya Izeddîn Ebdullah hevala Salîhe ye, li gelek eniya bi hev re mane û şerê çeteyan kirine. Nadiya ku dema behsa Salîhe dikir û bîranînên xwe pê re tanî ziman rondik ji çavên wê dibariyan.

Nadiya diyar kir ku Salîhe li şûna hevalên xwe nobeta parastinê digirt û got: “Ji ber êrîşên giran ên çeteyan, me nobeta parastinê digirt. Hin ji me xew dikirin û hinan jî nobet digirtin. Lê Salîhe li şûna me nobet digirt. Min rojekê jî nedît ku ew westiyaye an jî aciz bûye. Hertim ji hevalên xwe re digot ‘Em ê rojekê bimrin. Bila em bi rûmeta xwe li ser xaka xwe bimrin.”

ŞÎNDA EKREM

Back to top button