Arşîv

‘Ew ê hişmendiya dagirkeriyê bi hêza ciwanan têk biçe’

Jinên ciwan ên ji Kantona Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de gotin: “Em weke ciwanên jin ên Kurd rê nadin dagirkeriya dewleta tirk. Ji bo vê yekê jî em soza bilindkirina têkoşînê didin.”

Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê da zanîn ku ew ê hişmendiya dagirkeriyê bi hêza ciwanan têk biçe.

Endama YJC’ê Dilvîn Mûsa got:”Heta em jinek ciwan hebin em ê serî li dijî dagirkeriyê hildin. Em ê hemû ciwan bibin yek û bi ser bikevin. Ew ê hişmendiya dagirkeriyê bi hêza ciwanan têk biçe.”

‘Ew ê Tirkiye negihêje armanca xwe’

Endama YJC’ê Cîhan Ehmed jî da zanîn ku ew ê nehêlin Tirkiye bigihêje armanca xwe û wiha got:”Ji dîrokê heta niha Gelê Kurd her dem bi êrîşên cur be cur rû bi rû mane. Lê em ê jî serî netewînin û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê her dem têbikoşin. Ew ê Tirkiye negihêje armanca xwe.”

‘Soza me rizgariya Kurdistanê ye’

Endama YJC’ê Rengîn Oso jî wiha got:”Plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê berdewamiya dagirkirina Efrînê ye. Lê em wekî ciwanên jin ên Kurd soz didin ku em dev ji têkoşîna xwe bernadin û soza me rizgariya Kurdistanê ye.”

Back to top button