Arşîv

Efrîniyên koçber li ‘Baxçeyê Gel’ di bedêla şînê de berxwedan hilbijarin

“Baxçeyê Gel” ku bi hevkariya Kantona Şehba û Efrînê hat damezrandin, zebze û fêkiyê ku jê tê li bi hezaran kesên pêdiviya wan bi alîkaiyê heye tê belavkirin. Hilberîna ji baxçe bi keda jinan tê kirin.
Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêydayî wê yên li ser Efrînê û bi cihbûna wan ya li bajêr bi hezaran welatiyên Efrînê ji mecbûrî koç kir. Efrîniyên ku piştî berxwedana 58 rojan, mal, rez û baxçeyên xwe li dû xwe hişitin û koç kirin piraniya wan li Kantona Şehbayê bi cih bûn.
Bi sedhezaran Efrîniyên ku li kampên li Şehbayê yên bi piştevaniya Kantona Efrînê û Şahbayê hatin bichkirin, bi derfetên kêm têkoşîna jiyanê didin. Welatiyên ku li konan hatin bichkirin, ji bilî şînê ku bikin bi berxwedana xwe hebûna xwe didin îpatkirin.
Hilberîna li ‘Baxçeyê Gel’ ji bo pêdiviyên gel e
“Baxçeyê Gel” ku projeya hevpara a Kantonan e li gundê Hirbil yê Şehbayê li ser 60 donum erd çandinî hatiye kirin.  Ew çandiniya ku bi destê jinan hat kirin hilberîna jê tê kirin li kesên pêdiviya wan pê heye tê belavkirin. Jinên ku berhemê çandiniya berî bi 2 mehan kom dikin ji ber ku ji gelê xwe re xizmetê dikin kêfxweş in.  Baxçeyê ku ji 7 salî heta 70 salî kes lê dixebitin, herî zêde jinan ked lê daye.  Jinên ku li baxçe petêz, zebeş, firingî, bacan, îsto, kundir û curbicur fêkî çandine, piştî  ku demsala van biqede, ew ê li gorî demsalê dîsa çandiniyê bikin.
Hem û hest bi hev re tên jiyîn
Jinên ku berhemên çadine top dikin, dem bi dem bi nuhrîna xwe re li ser Efrîna ku beriyê dikin lolîrkan dibêjin.
‘Ji vir bîhna Efrînê tê ‘
Jina bi navê Zehra Henan a 67 salî yek ji jinên ku li bexçe dixebite ye.  Zehra mecbûr maye ku ji cinderisê koç bike û di heman demê de yek ji kesa ku heta roja dawîn Efrînê neterikandiye ye. Zehra dibêje ku êrîşên hewayî ewqas zêde bûn me nikaribû cîranên me yên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest didin jî defin bikin. Zehra dibêje tişta jiyane bi gotinê nayê vegotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev karê ku ez niha dikim ez pê sebra xwe tînim. Ji vî baxçeyî bîhna Efrînê tê. Em bi salan li vir bimînin jî em ê rojekê biçin Efrînê.”
‘Em bersiva tişta anîn serê me bi berxwedanê didin’
Jina bi navê Aufa Ahmet Cesîm ya 27 salî jî ji taxa Eşrefiya ya Efrînê ku êrîş li ser herî zêde dihatin kirin koç kiriye.  Aura 27 salî ye jî wiha bahsa jiyana xwe kir: “Hun li Efrînê li her derê dikarin baxçeyekî bibînin. Li Efrînê mirov li herderê bi xwezayê re rûbirû ye. Di bedîla ku em şînê bikin me berxwedan hilbijart û em dixwazin vê berxwedana xwe li her derê bidin nîşandan. Me ji bilî kanton û meclisên xwe ji tu dereke din alîkarî negit. Ji tu kesî deng derneket.”
‘Me dest da hev û berxwedan mezin kir’
Aufa diyar kir ku ew ji karê dike gelek menbûn eû wiha dawî li axafitna xwe anî: “Me hemû jinan dest da hev û me berxwedana xwe mezin kir. Em banga hevkariyê li her kesî dikin û dixwazin ku tevli berxwedanê bibin.”
Back to top button