Arşîv

Kongreya Star Qonaxa Sêyemîn a pêngava ji bo azadiya Ocalan ragihand

Koordînasyona Kongreya Star Qonaxa Sêyemîn a Pêngava “Em ê Pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêberê xwe re bi azadî jiyan bikin” ragihand.

Rêxistina Kongreya Star di 10‘ê cotmeha 2017‘an ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngav dabû destpêkirin.

Pêngav li gorî du qonaxan bi rêve çû. Di çarçoveya qonaxê de çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin.

Rêxistina Kongreya Star, îro bi daxuyaniyekî qonaxa sêyemîn a “Em ê Pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêberê xwe re bi azadî jiyan bikin” ragihand.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Kongreya Star li ber avahiya kongreyê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Jin a Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk Remziya Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin “Ji 2011‘an de tecrîdeke girankirî û bi hincetên ne di cih de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferizkirin, hemû pîvanên navdewletî ber çavan derbas neke, gihişt asta ku destûr neda malbatê û parêzeran ku hevdîtinan bi wî re bikin.

Wekî Kongreya Star a Herêma Cizîrê tecrîda li ser Rêberê gelan, xwediyê projeya çareseriya Rojhilata Navîn  şermezar dikin. Rêbertî sedemên kirîza Rojhilata Navîn diyar kir û rêbazên çareseriyê danî. Her wiha doza jin wekî doza serkek a civakê pênase kir û rêbazên çareseriyê peyda kir. Berdewama tecrîdê temenê aloziyê dirêjtir dike.

Ji bo rakirina tecrîdê û daxwaza azadiya rêbertî me rêzeçalakî organîze kirine. Ji baweriya me ya azadiya rêbertî azadiyê jinê em qonaxa sêyemîn a Pêngava ‘Em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêberê xwe re bi azadî jiyan bikin‘ radighînin. Çalakiyên me îro yekşem ê 5‘ê Tebaxa 2018‘an de dest pêk kir. Di çarçoveya pêngavê de dê meş li seranserî herêmê werin lidarxistin, her wiha semîner li fikrê Oclalan û bernameyên li ser ekarnên televîzyonê li ser rola rêbertî di azadiya jin û biratiya gelan werin organîzekirin.

Em bagn li gelê xwe û rêxistinên jinan dikin ku tevlî çalakiyan bidin û SPT jî bila erka xwe ya rakirinê tecrîdê pêk bîne.”

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27