Arşîv

Jinên Kobanê: Azadiya Ocalan azadiya me ye

Jinên kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya wan e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve di 15 Sibata 1999’an de bi kompoyeke navnetweyî  hat girtin, heta beriya 4 salan parêzerên wî hevdîtin pê re dikirin lê ev bû 4 sal tu agahî jê tune ne. Bi sedan car e parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdanê ji bo hevdîtinê dikin lê dagirkeriya tirk bi hincetên cur bi cur qebûl nake.

Der barê vê mijarê de jî jinên kantona Kobanê tekez kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe ku bi awayekî bi fizîkî girtî be lê belê fikrên wî azad in.

Dayika bi navê Heyfa Hesen anî ziman ku dewleta tirk Ocalan dîl girtiye lê felsefe û ramanên wî di nava wan de zindî ne û wiha got: “Serokê me di 1999`an de bê sedem hate girtin, serokê me tu xerabiya kesekî naxwaze, serokê me tenê behsa azadiya gelan dike.”

Heyfa Hesen bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku bê sedem her tim êrîşî kurdan dike û got ku çi dikin bila bikin lê ew ji tank û topên wan natirsin.”

Dagirkeriya tirk êrîşên xwe yên li dijî kurdan didomîne

Li aliyekî din dayika 70 salî bi navê Zehra Ehmed wiha got: “Faşîstên tirk serokê me girtiye. Erdogan zalim û kafir e, bê sebeb serokê me kurdan girtiye, lê em ê serokê xwe bi vîna xwe azad bikin.” Zehra Ehmed wiha pê de çû: “Rêber Apo em azad kirin, em ê jî wî bi vîna xwe azad bikin.”

Her wiha dayika bi navê Asiya Mihemed diyar kir ku serok jin azad kirin, dê jin jî bi azadiya xwe serok azad bikin û wiha dom kir: “Erdogan bûye wekî dînan û pirsgirêkan ji kurdan re dibîne. Temenê me mezin bûye, hêviya me di jiyanê de ew e ku serok azadiya me bibîne, ji ber ku serok her tim behsa azadiya jinan dikir.”

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27