Arşîv

‘Armanca me birêxistinkirina hemû siyasetmedarên jin e’

Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Sîlvana Elî diyar kir ku armanca wan pêşxistina xebatên rêxistinî û siyasî yên jinan li Sûriyeyê û li derveyî wê ye. Her wiha zanakirina jinan li gorî rêgeza azadiya jinan û siyaseta demokratîk e.

Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk di 22’yê Tîrmeha 2018’an de yekemîn kongreya xwe ya damezirîner li navçeya Rimêlan a girêdayî kantona Cizîrê bi dirûşma ‘Azadiya jinan mîsogeriya civaka exlaqî û û polîtîk e’ li dar xist. 266 delege ji Rojava û Ewropeyê beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de Meclisa Jinan a PYD’ê hat avakirin.

Meclis ji 28 endaman wek nûnerên bajar û herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê û her wiha tevî endamên ji Ewropayê pêk tê. Her wiha piştî kongreyê, koordînasyona meclisê hat hilbijartin û ji 5-7 endaman pêk tê. Hemû endamên koordînasyonê bi awayekî jixweber endamên Meclisa Jinan in.

Di nav meclisê de 5 komîte hatin avakirin. Ev komîte bingehîn in û yekser têkiliya wan bi buroyên giştî yên partiyê re heye. Komîte ev in: Komîteya rêxistinê, perwerdekirinê, dîplomasî, malî û ragihandinê.

Meclisa Jinan a PYD’ê armanc dike ku xebatên pêşxistina jinan ên rêxistinî , îdeolojî, siyasî û civakî li Sûriyeyê li gorî rêgeza azadiya jinan û siyaseta demokratîk berdewam bike. Her wiha xurtkirina zanabûna jinan di maf û dozên jinan de û li hemberî hemû cureyên tundiyê li dijî jinan û zîhniyeta mêrserdest ku di nav civakê de kok daye, bisekine û têkoşînê bimeşîne.

Têkildarî vê mijarê di hevpeyvîneke bi ajansa me re berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê, Sîlvana Elî diyar kir ku Partiya Yekitiya Demokratîk beriya 15 salan ve ava bûye, lê tu mecliseke taybet bo jinan tune nebû. Piştre pêwîst bû ku maclis were avakirin da ku siyasetmdearên jin karibin di nav mecliseke taybet de xwe bi rêxistin bikin.

Girêdayî armancên avakirina meclisê Sîlvana wiha got: “Armanca me birêxistinkirina jinan di nav partiyê de û pêşxistina şêwazên têkoşînê ye ku karibin bi rola xwe ya pêşeng di biryaran de rabe û her wiha ji bo ku em bigihîjin hemû jinan, adeleta civakî û wekhevî di navbera her du zayendan de pêk bînin û bicihanîna yekgirtina nîştîmanî em dixebitin. Her wiha em destek û piştgiriya têkoşîna azadiya demokratîk di civaka kurdistanî de dikin.”

Têkildarî projeyên Meclisa Jinan a PYD’ê, Sîlvana wiha pê de çû:” Ji bo yekgirtina jinan di aliyê siyasî de dê em bi hemû rêxistinên jinên Kurdistanê, Sûriyeyê û Rojhilata Navîn re di nav têkiliyan de bin.”

Sîlvana wiha li gotinên xwe zêde kir: “Em ê ji bo bicihanîna rola jina siyasetmedar di civakê de bi awayekî kollektîf ne tenê di Sûriyeyê de lê belê li dewletên derve jî, xebatan bimeşînin.”

Di dawiya axaftina xwe de berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Sîlvana destnîşan kir ku ew ji bo birêxistinkirina jinan dê bixebitin da ku bi rola xwe ya pêşeng di siyaseta demokratîk de li gorî felsefeya neteweya demokratîk bilîze û her wiha bi hemû çînên civakê û rêxistinên jinan re têkildar bin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27