Arşîv

RAJIN’ê Ş.Denîz Firat bi bîr anî

Koordîsyona RAJIN’ê nûçegihan Denîz Firat ku 2014’an li Mexmûrê di êrîşa DAÎŞ’ê de şehîd bûyî bi bîr anî.

Koordînasyona RAJIN’ê bi daxuyaniyê Denîz Firat bi bîr anî û got ew sond dixwin ku rêça azad-berxwedêr a ku Denîz Firat hiştiye bişopînin û bi pêş ve bibin.

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku Denîz Firat û malbata wê piştî polîtîkayên şewitandina gundên Bakurê Kurdistanê ên dewleta Tirk a dagirker û metinger, en salên 90’î koçî Başûrê Kurdistanê kirine, Denîz Firat û du xwîşkên wê serê xwe ji mêtingeriya Tirk re netewandine, bi karakterên xwe yên berxwedêr di dilê Kurdan de cih girtine.

Bi berdewamî hate gotin Denîz Firat bûye xwedî hişmendiya ku teslîmî mêtingeriyê nebe û bi domdarî wiha hate gotin, ‘’Rêwîbûna rêya azadiyê daye ber xwe, mîrateya çapemeniya jina azad Ş. Gurbetellî Ersoz ku bi qelem, çek, dil û mêjiyê xwe bûye sembola berxwedaniya azadiyê, dewr girtiye. Hevrêya me Ş.Denîz Firat li dijî her cure neheqî, êrîş û pergala mêtinger a dewleta Tirk a li ser Kurdan, çewisandiyan, jinan û baweriyan ji zaroktiya xwe ve li ber xwe daye û rûyê tarî yê DAÎŞ’ê ku rêxistiniya herî barbar, hov a dewleta Tirk bû nîşanî cîhanê daye û bi vê armancê hîç dudilî nebûye ku jiyana xwe jî bide.’’

RAJIN’ê herî dawî got  ew ê di rêya Denîzan de bimeşin û got, ‘’Di sala 5’an de em careke dî hevrêya xwe Ş. Denîz Firat û hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin, em sond dixwin ku rista xwe ya di têkoşîna azadiyê ya gelan û jinan de pêk bînin.’’

(ANHA)

Back to top button