Arşîv

Rêxistina jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi jinên herêma El-Ekîrîşî re civiya

Ji bo pênasekirina armancên partiyê û rola jin di partiyê de Komîteya Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Reqayê bi jinên xeta El-Şamiyê  ya herêma El-Ekîrîşî re civiya.

Enadmên Komîteya Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ruqeya El-Elo, Cela Hemzewî, Viyan Reqa û dehan jinên herêma El-Kesrat, El-Ekîrîşî û Retla yên rojhilatê gundewarên Reqayê tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Komîteya Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Cela Hemzewî axivî û û armanca lidarxistina civînê destnîşan kir û got, “Em dixwazin jinê ji rewşa ku tê de jiyan dike û ji kevneşopiyên civakê yên paşverû ku azadiya wê sînordar dike xilas bikin û ji bo jin karibe bi rola xwe di civakê de bilîze divê jin tevlî jiyana siyasî û civakî bibe.”

Her wiha Hemzewî li ser armancên partiyê axivî û wiha pê de çû:” Armanca Partiya Sûriyeya Pêşerojê, avakirina Sûriyeyke pirreng û ne navendî ye. Divê jin bi rola xwe ya sereke ji bo pêşeroja Sûriyeyê bilîze û da ku karibe bighêje ewlehiyê, ji ber ku jin a herî zêde di aloziyê de rastî zilm û azaran hatiye.”

Ji aliyê xwe ve endama komîteya Jin a Partiya Sûriyeya pêşerojê, Ruqeya El-Elo jî bal kişand li ser beşdarbûna jin di pêngava rizgarkirina Reqayê de û wekî gaveke êrînî ber bi rizgarkirina jinên Bakurê Sûriyeyê ve girt dest. Ruqeya anî ziman ku jin dê xeta têkoşînê berdewam bike da ku bighêjin azadiya xwe.

Ji aliyê xwe endama partiyê Viyan Reqa axivî û li ser pêwîstiya aktîfkirina rola jinê li hemû deverên xeta El-Şamiyê tekez kir û da ku jin karibin bi rolên xwe yên rasteqîn di hemû aliyên jiyanê de bilîzin û rola xwe ya xwezayî di rêvebirina civakê de vegerîne.

Civîn bi nîqaş û bersiva pirsan bi dawî bû.

(ANHA)

Back to top button