Arşîv

Jinên Reqa birêxistinkirina xwe xurt dikin

Buroya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê Meclîsa Jinan li taxa El-Bedo ya bajarê Reqa bi merasîm û şahiyekê vekir. Ev navenda Jin li bajarê Reqa sêyemîn navend di vê meha tebaxê de tê vekirin.

Bi armanca pêşxistina hişmendiya jinan û birêxistinkirina wan li bajarê Reqayê, Buroya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê Meclîsa Jinan li taxa El-Bedo ya bajarê Reqa bi merasîm û şahiyekê vekir. Di merasîma vekirina navenda Jin de nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Meclîsa Jinên Azad ên Sûriyeyê, Meclîsa Sivîl a Reqayê, endamên Buroya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Meclîsa Jin a gundewarê Dêrazorê, Buroya Jin a Rêveberiya Sivîl a herêma Minbicê û bi sedan welatiyên bajarê Reqayê beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Rêveberiya MSD’ê ya navçeya Eyn Îsa, Îlham Umer axivî û wiha got: “Rola jinan di avakirina civakeke azad û birêxistinkirina wê de bingehîn e. ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ’ê siyasetên herî qirêj li dijî jinan dane meşandin. Divê em weke jin asta têkoşîna xwe ber bi azadiya jin ve bilindtir bikin.”

Di merasîmê de berdevka MSD’ê Lîna Berekat axivî û wiha anî ziman: “jinên azad bingeha avakirina civakeke azad e. Divê em weke jin rola xwe di avakirina Sûriyeke nû û demokratîk û nenavendî de aktîf bikin.”

Endama Rêveberiya Buroya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl jî di merasîmê de axivî û wiha got: “armanc ji vekirina navenda meclîsa jin a Reqayê ew e ku xebatên birêxistinkirina jinan bêtir bêne pêşxistin. Da ku bi rola xwe di projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de rabe. Pêwîst e jin cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de bigire û mafên xwe werbigire.”

Di dawiya merasîmê de deriyê navendê ji aliyê Endama Rêveberiya Buroya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl ve hate vekirin. Piştre şahiyeki hate lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye Buroya Jin a Meclsîa Sivîl a Reqayê beriya niha jî du navendên xwe li taxên Rimêla û Xinêzat di vê meha niha de vekirin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27