Arşîv

Rizgarkirina Minbicê, veguherîna li ser xwezaya xwe ye

Cîgira hevserokên Encumena Rêveber a Bajarê Minbicê Cemîle Ehmed derbarê 2’emîn Salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê de ji hovîtiya Çeteyên DAIŞ’ê nirxandin kir û got:” Rizgarkirina Minbicê guhertinên piskolojî, çandî, civakî û siyasî dan çêkirin. Guhertina herî mezin jî birêxstin irin û îradeya xwe xurt kirin e.”
Di nava du salan de hemû pêkhateyên LI Mnbicê xwe bi awayekî hev beş di bin sîwana pergala netewa demokratîk de bi rêxstin bikin. Gelê Minbicê vê yekê ji bo xwe wekî  hêza herî mezin bi nav dike. Di vî derbarî de Cîgira hevseroka Encûmena Rêveber a bajarê Minbicê Cemîle Ehmed nirxanidn kir. Cemîleyê di  axaftinên xwe de pêvajoyên ku rastî dîroka rigarkirina Minbicê hatin nirxand.
Cemîleyê  bal kişand ser taybetmendiyên gelê Minbicê û wiha got: Dorpêçkirina îradeya gelê Minbicê ew fetisandibûn. Gelên  Minbicê bi rewîenbîriya xwe tê nasîn. Lê civaka Minbicê di dema Rêjîma Baasê de ji van aliyan de hatbû dorpêçkirin. Bi despêkirina Rojava  re, belavbûyîna ku Artîşa azad çêkir, civaka Minbicê li hember pergalan bê bawer hîşt. Paşê Cebhet El Nusra û herî dawî Çeteyên DAIŞ’ê ku tişta herî pîroz di Minbicê de perwerde bû, qedexe kirin û dibistan hemû hatin girtin. Hunermendên Minbicê ku bi dengê xwe yê xwezayî dengbêjî dikirin dengbêjiya wan hat qedexe kirin. Şahiyên civakê ku hemû civak li derdora hev kom dikir hatin qedexe kirin. Mirov dikare bêje ku Çeteyên DAIŞ’ê dorpêçeke li civakê feriz kirbûm ku êdî ew hatbûn fetisandin.”
‘Rizgarkirina Minbicê azad kirina îradeyê bû’
Cemîleyê li ser guhertinên ku rizgar kirina Minbicê bi xwe re anî jî rawestiya û got: “Bi rizgar irina Minbicê gel weke gîhayê ku di bin kevir d şîn bibe bû. Piştî ku giraniya kevir ji ser çû  dixwest ku wekî dixwaze bijî.  Piştî ku ew kevir ji  ser hat rakirin, civakê ronahî da, bi hêz bû, perdeya reş ji ser xwe rakir û bajar vegeriya xwezaya xwe. Bi giştî guhertineke pisqolojî, çandî, civakî û siyasî. Ev guhertin jî di nava du salan de gelekî palkêş û ber bi çav hat kirin. Bi taybet jî di milê jinê de ku Çeteyan hemû tiştên têkldarî îradeya wan ya mirovahî qedexe kirbûn. Lê Rizgarkirina Minbicê îradeya jinan dîsa nûjen kir.”
‘Li dijî têk birina aramiyê xwe bi rêxstin kirin’
Cemîleyê di domandina axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Minbicê baweriya xwe di rêxstinbûyînê de dibînin û wiha got: “Gelê Minbicê têghîştiya ku wê êdî tu carî ne serê xwe û ne çoga xwe li ber dagirkeriyê netewînê. Gelê Minbicê wê tişta ku di dema DAIŞ’ê de dîtiye dubara nejî. Hêza Minbicê ya parastinê Meclîsa leşkerî û hêzên parastina hundirîn hene. Ev hêz ji bo parastinê yên bingehîn in. Her wiha gel hêza xwe di rêveberiya xwe ya sivîl de dibîne, meclîsa jin ku xwe bi rêxstin kiriye baweriya gel bi wê heye. Hêza Minbic ya ciwanan û meclîsa Edaletê jî heye. Hemû sazî û dezgehên ku gel ava kirine baweriya wan pê heye. Bi vê yeke jî ew li ser qebûl nakin ku dewlta Tirk careke din vê aramiyê têk bibe.”
‘Rêxstinbûyîn û jiyana hev beş peyama minbicê ye’
Cemîle Ehmed di 2’emîn Salvegera rizgarkirina Minbicê de peyama gel parve kir û wiha dawî li axaftina we anî: Peyama me ji bo giştî civakê û dewletan jî ev e ku wê tu carî pergala dagirkirina civakan temenê xwe dirêj nekine. Bila 5 salî jî temenê xwe dirêj bike, lê ew ê neghên armanca xwe ya tune kirina civakê. Ji ber ku civak koka vê jiyanê ye. Civakê rihên xwe berdaye hemû deveran. Êdî civaka me jî gihîşt asta ku tu dewlet nikare pirsgirêkên wan çareser bike û dê bi xwe çareser bikin. Yanî civak gihîştiye zanbûna ku xwe bi hêz bike û xwe naspêre tu kesî ji bilî hêza xwe. Ji bo vê jî peyama ji raya giştî re û bi taybet ji bo hêzên ku dixwezin êrîşî Minbicê bikin, bila bizanibin ku civakeke rêxstin kirî ne mumkin e ku were hejandin û tunekirin. Her wiha yekbûyîna her çar pêkhateyên Minbicê ku bi rengekî xwezayî û hev beş bi hev re jiyan dikine. Gelê Minbicê jî pergala netewa demokratîk ji xwe re bingeh digrin. Pêşengên vê pergala demokraîk jî jinin. Ev rêxsitinbûyîna me jî ji bo tevahî cîhanê peyama bê şirûve ye.”
Back to top button